
Nivîskara Îranî ji aliyê hêzên rejîmê ve hate îşkencekirin
- 12:01 6 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malpera Dengê Girtiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ragihand ku nivîskara Îranî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hate îşkencekirin û di encamê de ji rû û lingên xwe bi giranî birîndar bûye û rewşa wê giran e.
Li gorî Malpera Dengê Girtiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belavkirî, çalakvan, nivîskar û rexnegira wêjeyî Mêhrgan Nemawer a 38 salî û xelkê Hedeşt ê li sînorê bajarê Kohgiluye û Boyer Ehmed, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin êşkencekirin û bi giranî birîndar bû.
Hate diyarkirin ku Mêhrgan Nemawer di dema îşkenceyê de ji rû û lingên xwe bi giranî birîndar bûye û rewşa wê girane. Her wiha piştî lêdana giran, telefona nivîskar Mêhrgan Nemawer jê hatiye standin û desteserkirin.
Hêjayî gotinêye ku 2’ê Adara 2024’an çalakvan, nivîskar û rexnegira wêjeyî Mêhrgan Nemawer ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ya Îranê ve hate binçavkirin û piştre hate berdan. Carek din Mêhrgan Nemawer di 18’ê Adara îsal de hate binçavkirin û piştî 16 rojan dibinçavan de ma, bi dayîna berdêl û bi şêweyekî demkî hatibû berdan.