Meşa ciwanan a Amarayê dest pê kir

  • 11:45 1 Nîsan 2025
  • Rojane
AMED - Meşa Meclîsa Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bi dirûşmeya “Bi Civaka Demokratîk ber bi azadiyê ve” ji Amedê ber bi Amarayê ve dest pê kir.
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi boneya sala 76’emîn a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Amedê ber bi gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve meşê li dar dixe. Starta meşê hate dayin. Ciwan, meşa xwe bi dirûşma “Bi civaka demokratîk em ber bi azadiyê ve dimeşin” li dar dixin û meş dê di 4’ê Nîsanê de li Amarayê bi dawî bibe. 
 
Ciwanan beriya meşê, li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê Bêrîtan Guneş û Onur Duşunmez, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên gelek saziyên civaka sivîl ên bajar jî beşdar bûn. 
 
Ciwanan, pêşmalkên “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” li xwe kiribûn. Daxuyaniya bi Kurdî ji hêla Mercan Sarsilmaz û ya bi Tirkî jî Alîhan Şîmşek xwend. 
 
Bercan Sarsilmaz, diyar kir ku ew bi dirûşma “Bi Civaka Demokratik Re Ber Bi Azadiyê Ve Dimeşin!” dest bi meşê dikin û wiha got: “Wekî Meclisa Ciwanên  DEM Partiyê em ji Amedê dimeşin Amarayê. Piştî bangawaziya 27'ê Sibatê ya rêzdar Abdullah Ocalan bi navê aştî û civaka demokratîk hat kirin welatê me gihîşt germahîya Newrozê. Bi vê germahiya Newrozê û bi kelecana banga rêberê gelan em jî wekî meclisa ciwanan ji dilê Kurdistanê ji Amedê dimeşin ber bi warê rojê, Amarayê."
 
Daxwaza jiyanekî bi rûmet 
 
Bercan Sarsilmaz anî ziman ku di serî da bi bangawaziya 27'ê Sibatê pergala tecrîdê têk çû û wiha axivî: “Ev pergela qirêj ku hewl da 43 meh dengê rêberê gelan qut bike bi bangawaziya ku dengê wê gihişt hemu cihanê hilweşiya. Di serî da gelên Tirkiyeyê, kurdistanê û rojhilata navîn û hemu gelên bindest û pêkateyên civakê vê bangawazîyê bi kêfxweşî pêşwazî kirin, jê hêvî girtin. Bi bangawazîyê ji Belucistanê heta Filipinan, ji Sicilyayê heta Filistinê hemû hêzên têkoşer dîtin ku bi rêxistinbuyînê gel û beşên civakê dikarin wekî hêzekî xwe ji desthilatdaran ra bidin qebul kirin. Ji bo bindestan ev bangawazî bû çavkanîya birdozî ya nûjen. Heman demê da Gelê Kurd jî bi baweriyekî mezin di 8'ê Adarê da bi pêşengiya jinên ciwan di 21'ê Adarê da di Newrozê da jî bi peşengiya ciwanan qadan tije kir û vîna xwe bi zelalî nîşan dan. Di hemû qadan da yek peyam bi dengekî hat dayîn: Em bi Rêzdar Ocalan û bangawaziya wî ra ne. Muxatap Rêzdar Ocalan daxwaza me jî jiyanekî bi rumet e.”
 
'Li ser esasa netewa demokratîk werin cem hev'
 
Bercan Sarsilmaz, da zanîn ku ev bangawazî di serî da di Rojhilata Navîn da hemû mudaxaleyên emperyal qut kir û gelan û pêkateyên civakê wekî kirde pênase kir û wiha lê zêde kir: “Ji bo ku gel pêşeroja xwe bi hev ra bi xwişk û biratiyê ava bikin derfetekî dîrokî pêşwazî kir. Em jî wekî ciwanên welatparêz ku sereke mihatabê vê bangawaziyê ne dibêjin ku ji bo ku ev derfet bi serfirazî bijiyanî bibe em ê xeta xwe ya birdozî û çalakbûyînêyê li pêş bixin, nûjen bikin. Di vê demê da li dijî hemu nijadperestiyên qirêj ku pey hesabên piçûk dikin û li dijî hemu paşverutiyan ku civakê dixwaze heps bike em ê bi gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn ra li ser esasê netewa demokratik werin cem hev û tifaqê xwe xurttir bikin. Bi vê bangawaziya ku îro li çar perçeyê kurdistanê olan dide û çar perçeyên kurdan tîne cem hev ji bo avakirina yekitiya netewî. Ji bo li ser masê gelê kurd bibe hêzekî mezin divê nakokîyên xwe çareser bike. Heger îro ji rojava heta başur li ser navê yekitiyê hevdîtin tên kirin se ev jî bi hêza Rêzdar Ocalan ku ji alî birdozî û politikayê ve xwe pêş xistiyê ye pêkan e. Divê bi vê xeta tifaq çêkirin û lêgerina hevbeşîyên nu em jî di qada civakî da tev bigerin. Tarza xebatên rebertî bi vê awayî dikare xitimandinên netewî çareser bike."
 
 
'Mil bi mil ber bi şoreşê ve dimeşin'
 
Bercan Sarsilmaz, herî dawî wiha got: “Heman demê da bi vê bangawaziyê re têkoşîna şoreşgerî ya ku bi Mahîran li Kızıldereyê destpê kir wê bigihêje serkeftinê. Bangawazî ew soza ku ji têkoşînê re hatiye dayîn, careke din têkoşîna hevpar û jiyana hevpar a gelên ku di rêya oxira birûmet de pêngavek pêş de çûne, bi bîr xist.  Şoreşa Tirkiye û Kurdistanê ku ji Mahîr heta Îboyan, ji Denîz heta Mazluman, ji Hakiyan heta Hayrî Durmuş bi hev re dimeşe, di asta herî nêzîk de ye ku wateya xwe bi Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Xweser temam bike. Di vê serdema ku em mil bi mil ber bi şoreşê ve dimeşin, em bi yekitiya eniya şoreşgerî re tên cem hev û reng didin dîrokê. Dem hatiye ku ciwanên şoreşger ên Tirkiye û Kurdistanê bi rihê kongreya demokratîk a gelan li ber xwe bidin da ku li hemberî vê derfeta mezin a şoreşgerî ya ku hatiye vekirin, fedîkar nemînin. Îro li xaçerêya Çiyayên Nurhak, Çiyayên Zagros, Çiyayên Amanos û Çiyayên Torosê ku ev yekîtî lê hatiye destpêkirin em daxuyanîya xwe didin. Bi vê hişmendiyê em bi hevalên xwe yên ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê re vê hevpariya ku wê ji gelan re bibe mînak, jiyanî dikin. Em bi hev ra dibêjin;
 
Silav ji kesên ku ji kampusan ber bi Nurhakê ve herikîn, silav ji kesên ku ji Kızıldere herikîn çemê Firatê, silav ji bo kesên ku ji bo şoreşa mayinde ji bendava Çubukê derbasî Rojava bûne, silav ji pêşengên şoreşger û şopdarên wan ên nujen ra.
 
Em îro wekî ciwanên Tirkiye û Kurdistanê meşa xwe bi hêza banga ku herikandina dîrokê diguherîne, ji qada Şêx Seîd, qada ku daxwaza Kurdan a xwerêveberiyê tê paşguhkirin, dest pê dikin. Em Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di dema krîza Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku Rojhilata Navîn bi destwerdanên emperyal hewl hat dayîn ku teşe bibe, banga kirdekirina hemû gelan silav dikin û soz didin ku heta em bigihêjin konfederalîzma demokratîk a gelên li Rojhilata Navîn meşa me wê bidome.
 
Bên tevlî me bibin..
 
Em bang li hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku bi germahiya biharê li hemû bajarên ku wê meşa me ya ji 1’ê Nîsanê heta 4’ê Nîsanê pêk were tevlî me bibin û banga aştî û civaka demokratîk fêm bikin, şîrove bikin, nîqaş bikin û bidin nîqaş kirin. Meşa me ya ku wê ji Amed, Siwêreg, Hîlwan û Rihayê derbas bibe, wê di 4’ê Nîsanê de bigihêje Amarayê û îlankirina destpêkeke nû temam bike. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî vê meşa bi heybet bibin û bibin şahidê vejîna ciwanên Bakur."
 
Piştî daxuyaniyê, ciwanan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” ber bi AZC Plaza ya li semta Ofîsê dest bi meşê kirin.