Weqfa Jin a Azad: Dagirkerî tundiya herî mezin e

  • 12:08 26 Mijdar 2024
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Jin a Azad li Sûriyeyê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û got: "Dagirkerî bi tundiya herî mezin a li dijî jin û zarokan e. Dewleta Tirk bi hedefgirtina jinên pêşeng dixwaze îradeya jinan bişikîne.
 
Weqfa Jin a Azad li Sûriyeyê (W.J.A.S) ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hember Jinan daxuyaniyek li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Qamişlo da. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Weqfa Jin a Azad li Sûriyeyê ya bajarê Qamişlo Medya Elî ve hat xwendin.
 
Medya Elî diyar kir ku di şer û pevçûnan de yên ku herî zêde tundî li dijî wan tê kirin dibînin jin û zarok in. Medya Elî cureyên tundiyê destnîşan kirin û dagirkerî bi tundiya herî mezin a li ser jin û zarokan e pênase kir.
 
Medya Elî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: “Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser binesaziya herêmê dixwaze gel birçî bike û wê neçarî koçberiyê bike. Ev êriş sûcên şer e, tirsa dewleta Tirk a dagirker ji şoreşa azadiyê ya ku bi pêşengiya jinan li vir hatiye destpêkirin heye. Lewra bi êrişan dixwaze îradeya jinên têkoşer têk bibe.”
 
Medya Elî li dijî hişmendî û sîstema desthilatdar a baviksalar banga têkoşîneke cîhanî ya hevpar kir. Her wiha bang li rêxistinên mirovahî, hiqûqî yên girêdayî bi mafê jin û zarokan kir ku rê li ber kiriyarên dermirovî û derexlaqî re bigirin.