Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
- 14:03 26 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir ragihand ku di serdegirtinên malan ên li 30 bajaran de 231 kes hatine binçavkirin.
Wezareta Karên Hundir têkildarî serdegirtinên malan de daxuyanî da û ragihand ku di encama serdegirtinên malan ên li 30 bajaran de bi giştî 231 kes hatine binçavkirin.
Navên rojnameger û nivîskarên hatine binçavkirin ev in: “Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Rojnameger Roza Metîna, rojnameger Tugce Yilmaz, Suzan Demîr, Erdogan Alayumat, Bîlge Aksu, Ahmet Sumbul, Bîlal Seçkîn, Mehmet Ucar, wergêrvan û derhêner Ardîn Dîren, karîkaturist Dogan Guzel, nivîskar, Hîcrî Îzgoren, wergêrvan û nivîskar Omer Barasî û Koordînatorê weşanxaneyê Baver Yoldaş.