DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
- 14:08 26 Mijdar 2024
- Rojane
ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê dan.
Serlêdan ji hêla Tuncer Bakirhan ve hate kirin û wiha hate gotin: “Tevî Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari em dixwazin bi Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re hevdîtina rû bi rû bikin. Em dixwazin serlêdana me bê qebûlkirin.”