Jinên kedkarên malê ji bo mafên xwe li qadên 1’ê Gulanê ne

  • 09:03 27 Nîsan 2025
  • Ked/Aborî
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Ji Sendîkaya Karkerên Malê ÎMECE Zeynep Ayvalitaş destnîşan kir ku ji ber pênasekirina karê malê tuneye keda wan nayê dîtin û got: “1’ê Gulanê ne cejn roja berxwedanê ye. Em wek ÎMECE wê 1’ê Gulanê de ji bo mafên xwe li qadan bin.”
 
Li Stenbolê 1’ê Gulanê wê bi dirûşmeya "Ji bo ked, aştî, demokrasî û edaletê em ê biserkevin" li Kadikoyê bê pêşwazîkirin. Vê 1’ê Gulanê de jî wê karker mafên xwe bixawzin. Jinên ku keda wannayê dîtin û keda wan tê binpêkirin wê dengê xwe bilind bikin. 
 
Ji Sendîkaya Karkerên Malê ÎMECE Zeynep Ayvalitaş der barê daxwazên wê 1’ê Gulanê de bînin ziman axivî.
 
‘Karkerên malê wek karker nayên dîtin’
 
Zeynep Ayvalitaş da zanîn ku 25 salek wek karkera malê dixebite û got dest ji vî karî berdaye di şaredariyê de wek karkera paqijiyê dixebite. Zeynep Ayvalitaş wiha got: “25 salan keda me nehat dîtin. Rojekê dema min cam paqij dikir cam şikest û destê min parçe bû. Min bi wê birînê paqijî berdewam kir. Ez nebirim nexweşxanê. Detsê min girêdan, piştî kar qeda ez çûm doktor. Di vî karî de sîgorte tuneye. Ez li cem jinekê dixebitîm ji 2013’an heta 2023’an sîgorteya min razand. Min dest ji hevjînê xwe berdabû. Ji min mûçeyê bavê xwe digirt. Wê jî got tu mûçeyê gavê xwe bide min ez pereyê sigorteyê bidim te. 10 slaan wisa xebitîm. Piştre min dest ji kar erda. Ez niha di karê paqijiyê ya şaredariya mezin de dixebitim. Êdî bes e. Bila keda me bê dîtin. Em jin jî mirovin. Dewlet me wek mirov nabîne.”
 
Karkerên malê rêxistinkirî ne
 
Zeynep Ayvalitaş got ji bo dengê xw bidin bihistin û xwe rêxistin bikin Sendîkaya ÎMECE vekirine û got: “Me got bila dengê me bibihîzin. Ji ber em pêşî li vê bigirin me sendîka ava kir. Bi sendîkayê re jinan xwe xurt hîs kir. Dema tiştek bê serê me em dibêjin sendîka heye. Em wek ÎMECE ji bo mafên xwe têdikoşin. Ji bo ILO-189 pêk bê em hewl didin. Me gelek caran pêşnûme da meclîsê lê qebûl nakin.”
 
‘Em dixwazin wek cejn pîroz bikin’
 
Zeynep Ayvalitaş di dawiya axaftina xwe de got wê wek ÎMECE li dijî binpêkirina keda karkerên malê di 1’ê Gulanê de li qadan bin û got: “Em mafên xwe naxwazin êdî. Em dixwazin cejnê bijîn. Em dixwazin 1’ê Gulanê wek cejn pîroz bikin. Em wek ÎMECE wê li qadên 1’ê Gulanê bin.”