18 demsal, 9 cejn û 4 Newroz e ku agahî nayê girtin

  • 09:03 20 Nîsan 2024
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Li ber çavê hemû cîhanê 4 sal û nîv e Rêberê gelê Kurd û sê hevalên me di bin tecrîda giran de ne.  4 sal û nîv e ji jiyana wan 144 roj, 54 meh, 234 hefte, 18 demsl, 9 cejn , 4 neweroz, 3 hilbijartin hatine dizîn. Ev girtî 4 salin nikarin ji malbata xwe agahiyekê bigirin. Mafên bi qanûnan ji girtiyên polîtîk re tên nasîn yek ji bo Rêberê PKK’ê û sê hevalên wî pêk nayên. Dewleta TC jî vê dzane. Tenê rola gardiyaniya ku hêzên komploger dane wan pêk tîne. 25 sale bi saîkên siyasî nêz dibin û tecrîd veguheriye îşkencê. Em armanca van baş diznain. Li dijî tecrîdê bêdengiyek heye. Em vê bêdengiyê fêm nakin. Lê li dijî îşkence û zilmê deng bilindkirin ferza mirovahiyê ye. Ji ber ku mirovbûn xwedî wijdan, xwedî ahlaq û adîl bûn e.
 
Leyla Guven
 
Di vê cîhana newekhev de ku hinek ji bo rengîniya jiyana xwe qetilkirina mirovan û xwezayê dide ber çavan, hinek ji bo jiyana xwe êşên mezin dijîn. Lê cîhan gerduneke ku têrî hemû mirovan dike ye. Ger ku mafê mulkiyetê ji holê rabe û ev feraseta nexweş bê başkirin wê her tişt têrî me hemûyan bike. Lê pergala serdest ya zîhniyeta emperyal afirandiye destur nade vê. Ji ber lîderên cîhanê nakokiyan giran dikin û li ser piyan dimînin.
 
Ev rewş herî zêda li Rojhilata Navîn tê jiyîn. Cihê Rojhilata navîn ji aliyê hêzên hegemon ve her tim terkî neçareseriyê hatiye kirin û pisgirêk hatiye girankirin. Bêguman pisgirêka herî mezin jî pirsgirêka jiyanê ya gelê Kurd e. Pirsgirêka Kurd li çar welatên cuda sedsale tevî hemû hewldanên tunekirinê, pirsgirêkek ku nehatiye tunekirinê ye. Tevî hewldanên asîmîlasyon û entegreyê, israra gel a di jiyaneke bi nirxên xwe yên xweser, polîtîka vala derxistine. Dema rewş wisa bû dijhiqûqî jî derketin asta herî jor. Mînaka şênber îro li Grava Îmraliyê tê jiyîn. Li ber çavê hemû cîhanê 4 sal û nîve Rêberê gelê Kurd û sê hevalên me di bin tecrîda giran de ne.  4 sal û nîve ji jiyana wan 144 roj, 54 meh, 234 hefte, 18 demsla, 9 cejn , 4 neweroz, 3 hilbijartin hatine ndizîn. Ev girtî 4 salin nikarin ji malbata xwe agahiyekê bigirin. Mafên bi qanûnan ji girtiyên polîtîk re tên nasîn yek ji bo Rêberê PKK’ê û sê hevalên wî pêk nayên. Dewleta TC jî vê dzane. Tenê rola gardiyaniya ku hêzên komploger dane wan pêk tîne. 25 sale bi saîkên siyasî nêz dibin û tecrîd veguheriye îşkencê. Em armanca van baş diznain. Li dijî tecrîdê bêdengiyek heye. Em vê bêdengiyê fêm nakin. Lê li dijî îşkence û zilmê deng bilkindkirin ferza mirovahiyê ye. Ji ber mirovbûn xwedî wijdan, xwedî ahlaq û adîl bûne.
 
Ev cîhan dizane ku gelê Kurd li dijî pergala îşkenceya Îmraliyê pir li ber xwe daye û hîna li ber xwe dide. Dizanin ev tecrîd di şexsê Rêberê Kurd e pêk tê. Ji ber vê li her derê cîhanê çalakî pêk tên û vê zilmê nîşanê cîhanê didin.Li zindanan jî ev pêvajo bi awayekî giran hatiye jiyîn û polîtîkayên tecrîda giran li girtîgehan tê hîskirin. Di 2012’an de di 2016’an de  di 2019’an de grevên birçîbûnê pêk hatin û hema pişt3iwê çalakiyên fedayî pêk hatin. 7 hvalên me dil ê me de şop hiştin. Em wan bi rêzdarî bibîr tînin. Em girtiyên siyasî yên kurd wek berdewama vê kevneşopiyê di 27’ê Mijdara 2023’an de ketin grevê û 129 rojan berdeawm kir. Ji 5’ê Nîsanê şûnde me gihand merhaleyek nû û em ê dernekevin hevdîtinan. Em mafê telefonê ya 10 deqeyî ya bo me hatiye dayîn bikar naynin. Em dipên ku rayagiştî ya hestiyar dengê me bibihîze û bikeve piştevaniyê. Em dixwazin malbatên me bi malbata serokatiyê û sê hevalên me yên din re empatiyê bikin û hesab bipirsin.
 
Di sedsala 21’ê de girtiyên Fîlîstînê di zindanên Israîlê de, girtiyên Kurd di zindanên Tirkiyeyê de mafên xwe dixwazin. Şoreşger, demokrat û mirovên hetsiyar yên Tirkiyeyê roja li dijî vê îşkenceya Îmraliyê derkevin wê wekhevî ji klîşebûnê derkeve û bi awayekî rast pêk bê. Berovajî wê wê xetên fayê rojbi roj bişkên û kûr bibin. Lê ji xwe bi dehsalane ev wisa ye.Ji bilî çapemeniya azad a Kurd tu çapemenî çalakiyên zindanan nade û bê hestiyar tevdigerin. Em çawa bê vegotin ez nizanim. Ez hemû girtiyên şoreşger,sosyalîst û demokratan silav dikim.
 
Di encamê de;em bi çalakiya xwe ku polîtîkayên tecrîdê ya ji Îmraliyê destpêkiriye û heta girtîgehan û civakê belav bûye red dikin, carek din  ji zindanan radigihînin. Em dixwazin gelê me û derdorên hestiyar xwedî lê derkevin. Bila neyê jibîrkirin kirin ku serkeftina em li vir bidest dixin wê bibe çareseriya demorkatîk a pisgirêka Kurd û aştiyê. Em ji gelê xwe re aliyên bi hestiyar re silav û rêzdariyên xwe dişînin. Em mizginiya rojên azad didin. Berxwedan jiyane…