Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: Em piştgiriya Rojava dikin

  • 15:46 22 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Komîteya Tenduristiya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û got: “Em jî wek Komîteya Tenduristiya Wargeha Penabaran a Mexmûrê êrişên qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin. Piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana wan ya bêhempa diyar dikin. Pêşwazî li banga wan ya seferberiyê dikin û dibêjin wê berxwedan bi xwe re serkeftin û azadiyê mîsoger bike.”
 
Komîteya Tenduristiya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezar kirina êrişên hovane yên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.
 
Daxuyanî li ber Nexweşxaneya Şehîd Dixtor Hogir bi amadebûna xebatkarên tenduristiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî şehîdên doza azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevberdevkê Komîta Tenduristî Rojhat Manak ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wihaye:
 
“Wek tê zanîn ji 6’ê Çîleyê ve li berçavên cîhanê êrişek hovane li hemberî gelê Rojavayê Kurdistanê tê meşadin. Di van êrişên nemerdane de Heval Ziyad Heleb û Heval Deniz gihiştin şahadetê. Li beramberî lehengî û qehremaniya gelê Kurd, dîrokê tim xwestiye ku qirkirin û tinekirinê bike para gelê Kurd.
 
Gelê Kurdê ku bi tenê serê xwe cîhan ji mezintirîn metirsiya li dijî mirovahiyê parast û di oxira wê de bi hazaran keç û xortên xwe fedakirin. Îro li ber çavên hemû cîhanê bi komployeke navnetewî re rû bi rû tê hiştin. Çeteyên dewleta Tirk û çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê yên xwe bi hişmendiya DAIŞ hunandine êriş qirkirin, talan û komkujiyan pêktînin. Li hemberî van êrişên hovane ên qirkirin û talanê, berxwedanvanên efsanewî ya lehengên Kurdistanê xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo tijî kirine.
 
Bi taybet piştî ragihandina seferberiya giştî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve beşdariya xurt a gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bû xencerek û li dilê dijminan ket. Ji Bakur heya Başûr ji Rojhilat heya tevahî cîhanê îro xwedî li vê dozê derdikevin û mafê rewa yê gelê Kurd dixwazin.
 
Li ser vê bingehê em jî wek Komîteya Tenduristiya Wargeha Penabaran a Mexmûrê êrişên qirkirinê yên li ser Rojavayê kurdistanê şermezar dikin. Piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana wan ya bêhempa diyar dikin. Pêşwazî li banga wan ya seferberiyê dikin û dibêjin wê berxwedan bi xwe re serkeftin û azadiyê mîsoger bike.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Bexwedana Rojava’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.