Li dijî Girtîgeha Eqtanê dîsa êriş hate kirin
- 14:57 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter li dijî Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê dîsa bi çekên giran êriş da destpêkirin.
HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li dijî Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê ku DAIŞ’î tê de tên ragirtin, bi çekên giran û topan êriş da destpêkirin.
Hat ragihandin ku HTŞ’ê derdora girtîgehê bi konvoyan dorpêç kiriye.
Berxwedana HSD’ê ya li dijî êrişan berdewam e.







