Ber bi sînorê Qamişloyê ve meş tê lidarxistin
- 13:21 20 Çile 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Meşek ber bi sînorê Qamîşloyê ve bi pêşengiya DEKUP'ê tê lidarxistin.
Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) li Nisêbînê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşekê li dar dixe. Koma ku ji xaçerêya trênê ya li ser rêya Midyadê dest pê kir, ber bi sînorê Qamîşloyê ve dimeşe. Bi tevlibûna hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) meş bi awayekî berfireh pêk tê.
Piştî meşê, tê payîn ku DEM Partî li wir civîna meclisa komê li dar bixe.
Hûrgiliyên din dê piştre werin eşkerekirin…







