Li Hesekê rewşa dawî

  • 14:43 20 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên HTŞ’ê û komên paramîlîter ên li dijî kantonên Cizîr û Firatê, gelê Hesekê çek rakir û li ber xwe dide. 
 
Piştî banga berxwedanê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), şêniyên Hesekê daketin kolan û meydanan û amadebûna xwe ya ji bo parastina bajarê xwe nîşan dan. Ev tevgera gel tenê li Hesekê sînordar nebû. Bi hezaran şêniyên bajar, bajarok û gundên kantonên Cizîrê û Firatê ji bo piştgiriya hêzên xwe, HSD û YPJ’ê xwepêşandan kirin û hevgirtina xwe bi hêzên xwe re anîn ziman.
 
Nûçegihanên ANHA’yê îro di danê sibehê de li tax û kolanên Hesekê geriyan. Li gorî nûçeyê; bajarê Hesekê di rewşek asayî û ewlehiyê de ye û şênî bi karên xwe yên rojane mijûl dibin. Hêzên HSD’ê û YPJ’ê li eniyên pêş parastina gel dikin.
 
Di warê xizmetên giştî de, nanpêjxane bi rêkûpêk dixebitin da ku hewcedariyên şêniyan bicîh bînin, û dikanên xwarinê hatine vekirin.
 
Di warê tenduristiyê de, karmendên bijîşkî yên li Nexweşxaneya Gel karê xwe didomîninû dermanxane ji bo pey peydakirina hewcedariyên bijîşkî vekirî dimînin.