Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Xwedî li nirxên mirovahiyê derkevin

  • 15:09 20 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekitiya Jinên Kurd li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê banga yekitiya netewî li partiyên siyasî yên Kurdî kir û got: “Divê herkes baş bizane ku jinên Kurd li Kobanê, Şengal û her bosteke vê axê de DAIŞ’ê têk birin û şikandin. Îro jî wê li beramberî van çeteyên hov û tarî ne pêngavek bi paşde bê avêtin nejî serê xwe biçemînin.”
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên komên çete yên Şamê û Enqerê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
 
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku wek Platforma Yekitiya Jinên Kurd di vê dema dîrokî û çarenûsaz a şoreşa Rojava de, li her çar beşên Kurdistanê û hemû aliyên cîhanê deng, îrade û hêrsa xwe dixin yek.
 
Her wiha hat gotin: “Dîmenên hovitiya ku di çend rojên dawî de ji aliyê çeteyên HTŞ’ê û bermahiyên DAIŞ’ê ve li dijî jinan hatin belavkirin, carek din rûyê wan yê kirêt û qirêj cîhanê dît. Ev êriş rasterast îrade û fîzîka jinê hedef digrin, nîşana tolhildana ji şoreşa jinê ye.”
 
Di dewamê de hat gotin: “Divê herkes baş bizane ku jinên Kurd li Kobanê, Şengal û her bosteke vê axê de DAIŞ’ê têk birin û şikandin. Îro jî wê li beramberî van çeteyên hov û tarî ne pêngavek bi paşde bê avêtin nejî serê xwe biçemînin.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de jî Platforma Yekitiya Jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê got: “Ji bo me deriyê çareserî û kilîla serkeftinê tenê yekitiya Kurda ye. Li ser vî bingehî em bang li hemû partî û hêzên Kurdistanî dikin ku di vê roja dîrokî de li derdora berxwedana gelê xwe ji yekgirtin û bihêzbûna netewî re bibin pêşengtiyê bikin. Her wiha em bang li saziyên demokratîk û navdewletî dikin ku li beramberî van hovitî û jenosîdan bêdeng nemînin û xwedî li nirxên mirovahiyê derkevin.”