Hunermendên Rojava ji bo parastinê tev li berxwedanê bûn
- 13:01 20 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendên Rojavayê Kurdistanê çekên xwe hildan û ji bo piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) stirîn.
Hunermendên Rojavayê Kurdistanê jî tev li banga seferberiya neteweyî ya Rêveberiya Xweser bûn. Hunermendên ku di van 14 salan de xebatên têr û tije yên hunerî afirandin, niha ji bo parastina destkeftiyên xwe bi roleke parastinê radibin ango bi roleke leşkerî rabûn.
Çavkaniyên herêmî vê sekna hunermendan wekî nimûneyek heta niha li cîhanê nehatiye dîtin pênase dikin û dibêjin ku ev xwedîderketina avaniya demokrasiyê bi xwe ye.
Hunermendên ku li Qamişlo li hev civiyan, çek hildan destên xwe û stranek dilsoziya bi HSDê re jî stirîn.







