Gelê Başûr ji bo Rojava ser piyan e

  • 10:29 20 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li hemberî êrîşên ku hikûmeta demkî ya Sûriyê bi piştgiriya dewleta Tirk ve girêdayî çeteyên DAÎŞ'ê û cureyên wê li ser Rojava didomîne, gelê Başûrê Kurdistanê derket qadan.
 
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku çeteyên DAÎŞ'ê û cureyên wan li xwe girê dide û bi piştgiriya dewleta Tirk artêşeke çete ava kiriye, êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  berdewam dike. Piştî bangên seferberiyê yên ji bo herêmê, gelê Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava rabû ser piyan. Li Silêmanî û Hewlêrê bi çalakiyên hemdem, li Kelar, Kerkûk û Zaxo jî gel êrîşên çete protesto kirin û peyamên piştgiriyê ji Rojava re dan.