Hesabên MA'yê yên X'ê dîsa hatin astengkirin
- 14:35 19 Çile 2026
- Rojane
AMED - Hesabên X'ê yên Ajansa Mezopotamya (MA) li Tirkiyeyê careke din hatin astengkirin.
Di 8'ê Çileyê de li ser daxwaza Desteya Teknolojiyên Agahdarî û Ragihandinê (BTK), X'ê hesabên Ajansa Mezopotamya (MA) û Jinnewsê yên bi zimanên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî asteng kiribû.
Hesabên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî yên Ajansa Mezopotamyayê îro careke din li ser daxwaza BTK'ê ji aliyê X'ê ve hatin astengkirin.







