Xelkê Mexmûrê li dijî êrişên li ser Rojava mitîngek li dar xist

  • 16:28 19 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Wargeha Mexmûrê li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê ku ji 6’ê Çileyê ve destpêkiriye û bi dijwarî berfireh û didome mitîngek li dar xistin.
 
Di 6’ê Çileyê de êrişek pir dijwar ji aliyê çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriye û deweleta Tirk ve li ser du taxên Kurdan yên weke Şêxmeqsûd û Eşrefiye hatibûn destpêkirin û belavî gelek herêmên din bû. Di van êrişan de bi hezaran xelekê herêmê hem hatin qetilkirin û birîndarkirin, hem jî ji cih û warên wan kirin.Xelklê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ev êriş bi mitîngekê şermezar kirin.
 
Mitîng li Navenda Çand û Hunerê bi tevlîbûna dehan xelkê wargehê pêkhat beriya ku axaftin were kirin, di kesayeya şehîdên Helebê de ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
 
Piştî rêzgitinê axaftinek ji aliyê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Bilehî ve hat kirin.
 
Elî Bilehî di destpêka axaftinên xwe de Şehîdên Şoreşa Rojava û hemû cangoriyên azadiyê bibîr anî û wiha got: “Em dizanin destkeftiyên ku li Rojava hatine bi destxistin hemû jî bi xwîna şehîdan û bi kedek mezin hatin bidestxistin. Lê em dizanin çawan hêzên hegemon li hev kombûn û komplo li dijî Rêbertiya me dan destpêkirin û Rêbertiya me radestî dewleta Tirk kirin, heman hêz dîsa li Fransa kombûn û li ser destkeftiyên Rojavayê Kurdan biryar dan û dest bi êrişên xwe yên hovane kirin. Heman hêz bûn DAIŞ avakirin. Beredewamiya komployê ya ku ji serê salê ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hatî destpêkirin, niha belavî tevahî Rojavayê Kurdistanê bûye. 
 
Lê em vêya dizanin, çawan ku Rêber Apo dest bi vê şoreşê kir û li himberî du xetan helwest da û têkoşîn da meşandin yek jê li beranberî sîstema kapîtalîst şer da destpêkirin û ya din jî li dijî xeta xiyanetê têkoşîn da meşandin. Yên ku îro êrişî destkeftiyên Kurdan dikin, yên serkêşiya herdu xetan dikine. Me di êrişên li ser Rojava de dît, ji derveyî çiyayên Kurdistanê piştevaniya Kurdan nîne û ji derveyî Kurdan dostên Kurdan nîne. Ji bo vê jî ya ku ji gelê Kurd tê xwestin li beranberî vê faşîzm û bêmafiyê yekrêzî ye. Em heta dawî bi gelê Rojava re ne.”
 
Piştî axaftinê mitîng bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Rojava" bi dawî bû.