Banga tevlîbûna mîtînga 'Hevî û azadiyê'
- 15:25 19 Çile 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê MEBYA-DER'ê ji bo tevlîbûna mîtîna "Hêvî û azadiyê" bang kir û êrişên li hemberî Rojava şermezar kir.
MEBYA-DER a Mêrdînê, ji bo mîtînga "Hevî û azadiyê" ya ku li Amedê dê di 25'ê Çileyê de bê lidarxistin daxuyaniyek da. Daxuyanî li avahiya komeleyê hat dayîn. Gelek malbat û Dayikên Aştiyê tevlî daxuyaniyê bûn.
Makbule Okme, hevseroka MEBYA-DER'ê ku axivî û bertek nîşanî êrîşên li ser Rojava da. Makbule Okme diyar kir ku gelê Rojava li ber xwe dide û got:"Wekî gelê Kurd, em tu carî alîgirê şer nebûn. Me şer nexwest. Lê wan em neçar kirin ku bikevin şer. Bi vî awayî, wan ciwanên me kişandin nav çekdarbûnê. Em êrîşên bi vî rengî qebûl nakin û şermezar dikin."
Hevserok Salîh Kuday li ser êrişên li Rojava axivî û banga beşdarbûna mîtînga ku dê di 25'ê Çile de li Amed were lidarxistin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di 25'ê Çile de, li Qada Îstasyonê ya Amed, em hemû gelê xwe û malbatên xwe yên hêja vedixwînin mîtînga ku ji bo mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin. Ger Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad ba, ev êrîşên li dijî Rojava çênedibûn. Em dubare dikin ku divê her kesê ku aştî û demokrasiyê dixwaze beşdarî mîtîngê bibe."
Di dawiyê de, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê Turkan Durç, kesên ku li Rojava jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha bi lêv kir: "Em van hemû êrîşan şermezar dikin. Wek dayikan, em heta dawiyê li kêleka gelê Rojava ne û bang dikin ku şer tavilê bi dawî bibe."







