Ji bo Rojîn Kabaîş li meclîsê daxuyanî: Bila bepirs bên darizandin

  • 15:35 19 Mijdar 2025
  • Rojane
ENQERE - Ji bo Rojîn Kabaîş Komîsyonên Edaletê bi malbata Rojîn Kabîş re li Meclîsê daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirinku ji bo mirina biguman bê ronîkirin berpirs bên darizandin wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
 Komîsyonên Edaletê ya Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet, bi tevlîbûna dayika wê Aygul Kabaîş û bavê wê Nîzamettîn Kabaîş, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Çîçek Otlu li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist.
 
ZelÎha Taşkiran daxuyanî xwend û naqokiyên di rapora ATK’ê de ji nûve bibîr xist û pirsa çi bi Rojînê hatiye pirsî. Zelîha Taşkiran di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku encama têkoşîna hatiye dayîn de DNA’yên aydê du mêran xistine dosyayê û wiha vegot: “DNA li malzarok û sînga Rojîn Kabaîş hat tepsîtkirin. Divê îhtîmala êrîşa zayendî bi bandor bê lêkolînkirin.”
 
‘Dixwazin dosyayê bigirin’
 
Zelîha Taşkiran  balkişand ser pêvajoyê û da zanîn ku jin mirî tên dîtin, sedema mirina wan bi bandor nayê lêkolînkirin û  tê xwestin serê dosyayê bên girtin. Zelîha Taşkiran di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin k udi dosyayê de pirsnîşanên cidî hene û da zanîn ku divê hemû saziyên ku îhmalkariya wan heye hesab bidin.
 
‘Edalet ji bo hemû jinan e’
 
Zelîha Taşkiran wiha dawî lê anî: “Mirinên biguman yên jinan ne yên edlî ne. Mirinên biguman encama bêcezahiştinê de tên jiyîn. Edaleta ji bo Rojîn Kabaîş ji bo hemû jinan e. Em ê dengê xwe bilind bikin.”
 
Piştre bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş axivî û got ev du rojin li Enqereyê têkoşîna edaletê dimeşînin û bi hemû partiyan re hevdîtin kirine. Nîzamettîn Kabaîş got divê dosya demildest bê ronîkirin.
 
Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu jî axivî û da zanîn ku heta ku hesab neyê pirsîn wê nehêlin ku kujer li kolanan bigerin.