Jina ku bi gotina ‘Berxwedan jiyan e' dijî

  • 10:22 19 Mijdar 2025
  • Rojane

               

Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Peyama dawî ya Berîvan Kutlu ku heta bêhna xwe ya dawî ji bo gelê xwe xebitî û azadiya jinan xist navenda jiyana xwe, ev bû: “Divê tu heval karê xwe nîvco nehêle.”
 
Jina ku li hember hişkiya erdê û bi kenê xwe li hember giraniya jiyanê li ber xwe dide. Jina ku li gundê Navyan a Şirnexê hat dinê. Behna, germa têkoşînê li ser milên xwe hilgirt; Bêrîvan Kutlu. Ew jina ku di bayê Navyanê mezin bû, piştî bi salan, dê bibe dengê bi hezaran jinan, xizan û kesên bêparastin; ew ê bikeve rêyên herî dijwar ên siyasetê da ku bi destên xwe dest bide çarenûsa gelê xwe. Her kesê ku wê nas dike di heman hevokê de tên gel hev; “Bêrîvan tu carî dev jê bernedida.” Ji ber ku têkoşîna wê li ser rêbazek jiyanê bû, ne li ser sernavekî. Dema ku rêwîtiya siyasî ya ku wê di ciwaniya xwe ya zû de dest pê kir bi têkoşîna azadiya jinan re bû yek, Bêrîvan êdî ne tenê siyasetmedarek bû; ew rêhevalek bû, pêşengek bû, bêhna berxwedanê bû.
 
Bêrîvan Kutlu di sala 1981’an de li axa ku lê ji dayik bû mezin bû, di temenekî ciwan de dest bi siyasetê û lêgerîna xwe ya azadiyê kir. Rêwîtiya wê ya siyasî ku di sala 2002’yan de bi HADEP’ê re dest pê kir, li ser xala ku tevgera azadiya Kurd û têkoşîna ji bo mafên jinan digihîje hev, pêş ket. Bêrîvan Kutlu ji kesayeteke siyasî wêdetir bû; ew wekî aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) di pêşengiya têkoşîna azadiya jinan de cih girt. Di sala 2014’an de wek hevşaredara bajarokê Dergulê ya Şirnexê hat hilbijartin, lê di sala 2017’an de ji aliyê qeyûm ve ji wezîfeyê hat dûrxistin. Lê van zextan ew ji têkoşîna wê dûr nexist. Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de, wekî Hevşaredara Şaredariya Cizrê serkeftinek din a demokratîk bi dest xist. Bêrîvan Kutlu ku di tevahiya jiyana xwe ya siyasî de gelek caran hat girtin, bi dehan caran hat binçavkirin û lêpirsîn li dijî wê hatin destpêkirin.
 
Zext, astengî û zehmetiyên ku di tevahiya jiyana xwe de pê re rû bi rû ma, biryardariya wê ya berxwedanê hîn xurttir kir. Bêrîvan Kutlu ku demek dirêj ji ber penceşêra mox (ilik) hestî tedawiyê didît, di vê têkoşîna dijwar de li Nexweşxaneya Dewletê ya Balcali ya Edeneyê jiyana xwe ji dest da. Her çiqas nexweşiya wê pêşve diçû jî, ew ji siyaset, gelê xwe û jinan dûr neket. Her çiqas laşê wê lawaz bû jî, gotinên wê, biryardariya wê, berxwedana wê ya dikeniya qet lawaz nebû. Û niha… Valahiya li pey wê ma bi qasî têkoşîna ku wê li dû xwe hişt mezin e; kûr, şewat, lê bi heman rengî îlhambexş e.
 
Jiyana Berîvan Kutlu ne tenê çîrokeke siyasî bû; ew portreyek berxwedanê bû, bawerî, fedakarî û hêviyê bi hev re dicivîne. Niha, me ev mîrateya bihêz û bîranînên wê bi rêya hevpeyvînê bi hevalên wê re tomar kiriye.
 
‘Di her qadê de cih girt’ 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan û Bêrîvan Kutlu ku bi salan e hevdû nas dikin, dema behsa wê kir pir bi hêstiyar bû. Adalet Fîdan, anî ziman ku Hevserokatiya Silopiyê, hevşaredariya Dêrgûlê û Cizîrê kiriye û da zanîn ku bi hevre di TJA’yê de xebatên xwe dimeşandin. Adalet Fîdan, destnîşan kir ku Bêrîvan Kutlu di hemû qadên têkoşînê de cihê xwe girtiye û xebatên xwe bi biryariyekê mezin kiriye. Adalet Fîdan, wiha domand: “Dema ku mirov navê heval Bêrîvan dibêje, ‘berxwedan’ tê bîra mirov. Kîjan qadê de cih bigirta ji bo wê cûreyên xebatê tune bûn. Di her qadê de cih digirt. Ji ber ku armanca wê diyar bû. Armanca wê azadiya jinê û Gelê Kurd bû. Ji ber vê yekê bi biryariyek mezin di nava xebatan de berxwedana xwe didomand. Xebateke berfireh dabû pêşiya xwe.”
 
‘Têkiliya wê ya bi hevaltiyê gelek xurt bû’
 
Adalet Fîdan, da zanîn ku têkiliyên Bêrîvan Kutlu ên bi civakê û jinê pir xûrt bû û wiha pêl da axaftina xwe: “Têkiliya wê ya bi hevaltiyê gelek xurt bû. Bi biçûkan re biçûk, bi mezinan re mezin bû. Ji bo têkoşînê dema me digot xebat heval Bêrîvan tu carî xwe paşve nedihîşt. Dilnizmiya wê, tevlîbûna û esas girtina wê her tim çawa em bi ser kevinê bû. Heval Bêrîvan her tim di nava lêgerînê de bû, ji bo ‘çawa em karibin rêxistinbûna xwe xûrttir bikin'. Di hêla xebatên jinê de pir hesas nêzîk dibû. Ew rêgeza jinê esas digirt û dida girtin jî. Di kîjan qadê de cih bigirta jî jinê esas digirt. Ev yek jî nîşan dida ku heval Bêrîvan çawa xwedî hişmendiya jinê û nasnameyê xwedî derketiye.”
 
‘Bi berxwedan û xebatê dibû bersiv’
 
Adalet Fîdan ku di berdewamiya axaftina xwe de hêstiyar bû got Bêrîvan Kutlu li herama Botanê de tax û kolanên ku xebat nekiriye tuneye û ev tiştan anî ziman: “Xeynî Botanê li derve meclîsa giştî ya siyasî û meclîsa tevgera jin de cih girt. Li Botanê dîsa xebatên xwe berfireh domand. Heval Bêrîvan di temenê xwe yê zarokatiyê de tevlî xebatan bû. Heta roja îro bênavber tevlî bû. Hat girtin lê dema hat berdan dîsa hat xebatên xwe meşand. Dehan caran hat binçavkirin û dema dihat berdan hîn xurttir dihat tevlî xebatên xwe dibû. Li dijî tundiya desthilatdariyê ew bêtir berxwedan û xebatê dibû bersiv.”
 
‘Bêrîvan têkoşîna xwe ji me re mîrasek hîşt’
 
Adalet Fîdan, bi lêv kir ku tişta wan diêşîne ew e ku ev pêvajoya çareseriyê ya civaka demokratîk ku ji aliye Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û nedîtina aştiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê heval Bêrîvan têkoşîna xwe ji me re mîrasek hîşt. Rêhevalên wê û em jin dûbare ji tevgera xwe û rêhevalên wek heval Bêrîvan re soz didin ku heta ku ev pêvajo here serî em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Têkoşîna ku heval Bêrîvan daye destpêkirin em dewrê hevdû dikin û em ê di vê rêyê de bimeşin. Yê ku bawerî û hêvî tunebe nikare di qada têkoşînê de ev qas cihê xwe bigire. Rûkeniya heval Bêrîvan ji baweriya wê dihat. Dema rexne dikir şûnde dîsa rûyê wê dikeniya. Ji ber ku rexne dikir ji bo mezinkirina rêhevalên xwe. Jiyanê de cihê ku bisekine, biaxive û bikeniya gelek baş dizanibû. Enerjiya xwe ya jiyanê tu carî winda nedikir. Dema ku mirov dibêje heval Bêrîvan cil û bergên kurdî tê bîra mirov. Dema em navê wê dibêjin gotina wê ya ‘berxwedna jiyane, em ê bi ser kevin’ tê bîra mirov. Dema ku wêne bikişanda her tim nîşaneya serkeftinê dikir wisa wêne dikişand. Di nava civakê de gelek tê heskirin û ev yek ji taybetmendiyên wê tê. Heta ku ji destên wê dihat nedixwest dilê tu kesek bişkîne.”
 
‘Ji min re bû pêşeng û hevalek’ 
 
Hevşaredara Cizîrê ya Şirnexê Guler Tunç  jî bi lêv kir ku wê di salên navbera 2015 û 2016’an de Bêrîvan Kutlu ji nêz ve naskiriye û ev gotinan behsa wê kir: “Wê demê ji girtîgehê nû derketibû. Ji xwe berê wê hevşaredara bajarokê Dêrgûlê bû û piştre qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin. Wê demê hat girtin û dema ku hat berdan min wê nas kir. Ji roja ku ez nas dikim vir ve ew dîsa din ava xebatan de bû. Jinek çelengû pêşeng bû. Rojekê jî nedigot ‘ez westiya me’, her tim bi awayek çalak nav xebatan de cihê xwe digirt. Her tim di nav xebatên xwe yên sereke de cih digirt û li berxwe dide. Heta di wê xebatê de encam negirta dev jê bernedida. Demek dirêje em hevdû nas dikin. Min di sala 2017’an de rêvebiriyê de cih girt. Ji min re bû pêşeng û hevalek. Her tim alîkariyê dida min. Hem di hêla rêxistinbûyînê de, hem di hêla wek jinek ciwan çawa rol û mîsyon bigire fêrê min dikir. Çawa dayikek zarokên xwe şîret dikin û rêve dibin, Bêrîvan jî bi vê awayî nêzîkê min dibû.”
 
Bêrîvan bi berxwedan û navê xwe tê nasîn
 
Guler Tunç, da zanîn ku Bêrîvan Kutlu heta roja dawî jî dev ji xebatên xwe bernedaye û ev yek biryariya wê carekedin daye nişandan. Guler Tunç, destnîşan kir ku tevahî Kurdistan jî şahide ku Bêrîvan Kutlu bi berxwedan û bi navê xwe tê nasîn û wiha anî ziman: “Navê wê berê di nasnameyê de Ozlem bû. Demên berê navê wê nehatiye qebûl kirin ji ber vê yekê Ozlem hatiye nivîsîn. Lê hemû kes wê Bêrîvan nas dike. Rojekî Bêrîvanê got, ‘min soz daye ku çi roj be ez ê rojekê navê xwe bikim Bêrîvan. Li Cizîrê wêrekbûna Bêrîvanan ne tiştek hêsan e. Ji ber vê yekê ez ê vê navê di fermiyetê de bînim cih.’ Bêrîvan jî wek Bêrîvana Cizîrê bû her tim pêşiyê bû. Her tim li hemberê desthilatdariyê li xebatên xwe dimeşand û berxwedanek mezin dida. Çûyîna wê di me hemûyan de êşek mezin hîşt û nayê rakirin. Bêrîvan naskirin tiştekê xweş bû. Bêrîvan hevaltî, rastî û rêxistinî bû. Kesên ku heval Bêrîvan re hevaltî kiribû wê gelek baş nasdikin. Yên ku nasnakirine jî ez dibêjim poşman in. Ji ber ku Bêrîvan hevalek pir paqij û rêxistinkirî bû. Bêrîvan behskirin roj têr nakin. Bi kenên wê, bi henekên wê, ew rihê wê yê xwezayî nayê jibîrkirin. Gelek xwezayê hez dikir. Kûlîlka gelek hez dikir. Ji stranan gelek hez dikir. Bi taybetî strana Şemdîn ya ‘eva dinya pir mezin e’ pirs hez dikir û her tim digot. Bêrîvan bi taybetî bi vê stranê zêdetir hat nasîn. Di çalakiyan de me her tim digot ‘heval Bêrîvan ka ew strana xwe ji me re bêje.’ Ji bo ku em jî bibin layiqê Bêrîvanê, xebatên ku wê ji me re hîştiye û nîvco maye em ê jî bigirin ser milên xwe û xebata wê ya nîvco maye temam bikin.”
 
‘Xwezî Bêrîvan vê pêvajoyê bidîta’
 
Guler Tunç, bal kişand ser pêvaşoya hatiye destpêkirin û got xwezî Bêrîvan Kutlu jî li vir bûya û wiha dirêjî axaftina xwe anî: “Wê gelek dixwest vê pêvajoyê bidîta. Lê carna ji me re digot ‘ez bawerim ez ê wê pêvajoyê nebînim.’ Lê çûyîna wê ji bo min gelek zehmet e. Me vê yekê hêvî nedikir.”
 
Peyama dawî ya Bêrîvanê: Bila xebatên xwe nîvco nehêlin
 
Guler Tunç, got herî dawî 10 roj berê Bêrîvan Kutlu dîtiye û wiha behsa hevdîtina xwe ya dawî kir: “Bêrîvan nêzî 3 meh bû li nexweşxaneyê tedawî didît. 10 roj berê ez çûm min lê dît. Ez çûm kêleka wê rûniştim û ji min re got ‘Silavên min ji hemû hevalan re bêje. Bila tu hevalek xebatên xwe nîvco nehêlin. Bila hemû kes xebatên xwe bike û bidin qedandin. Karê wê yê ku li erdê maye temam bikin.’ Bi hêviyek mezin em bendê bûn ku dîsa bê kêleka me. Min tu carî bawer nedikir ku ji bo şahadeta Bêrîvanê ez ê daxuyaniyê bidim. Lê ev yek ket para me.”