Gerîla ji bo silametiya pêvajoyê ji Tirkiyeyê vedikêşe

  • 09:10 26 Cotmeh 2025
  • Rojane
Dîlan Babat
 
QENDÎL- Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragihand ku wan dest bi vekişîna hêzên xwe yên li Tirkiyê kiriye û ev gav di çarçoveya biryarên kongreya 12emîn de hatiye avêtin. Her wiha di daxuyaniyê de hat aşkerekirin ku wan ev gav ji bo pêşîvekirina pêvajoyê avêtiye.
 
Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê di çarçoveya biryarên 12emîn Kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ku di kongreyê de biryara bi dawîkirina şerê çekdarî dabû dest bi  vekişîna hêzên xwe kir. Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê li Qendîlê û tevlîbûna Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok, Fermandara Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) Vejîn Dersîm û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Devrîm Palû  daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya bi zimanê tirkî ji aliyê Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok ve û ya Kurdî ji aliyê Fermandara YJA-Starê Vejîn Dersîm ve hat xwedin.
 
Daxuyaniya hat dayîn wiha ye:
 
"Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn ên tên jiyîn, ji ber ku bi awayekî pir cidî li ser pêşeroja Kurdan û Tirkiyê tehdît dikir; pêvajoya ku par bi daxuyaniyên Serokomar, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin û di 27ê Sibata 2025an de bi banga Rêber Abdullah Ocalan a 'Aştî û Civaka Demokratîk' re bû xwediyê nasnameyekê, di qonaxeke pir girîng û krîtîk de derbas dibe. 
 
 
Di 8 mehên dawî de gavên dîrokî û grîng hatin avêtin
 
Di nav 8 mehên borî de weke aliyê Kurd me, li ser bingehê banga Aştî û Civaka Demokratîk gavên mezin ên qasî dîrokî girîng in avêt. Ji bo dorhêleke aram û rehet ya nîqaşê bê avakirin, hema piştî bangê di roja 1ê Adarê de me agirbest îlan kir. Li ser bingehê bi rêbazên guncav ên arastekirina Rêber Abdullah Ocalan, di nav dîroka 5-7ê Gulanê de me Kongreya 12emîn a PKKê kom kir, me biryarên hebûna rêxistinî ya PKKê û bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî girt û li van biryaran me ev yek zêde kir; evana encax rastûrast bi birêvebirina Rêber Abdullah Ocalan dikare pratîze bibe. Piştî du mehan roja 11ê Tîrmehê jî, li ser bingehê banga bi dîmen a Rêber Abdullah Ocalan, di rêveberiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat de Grûba Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêk dihat, ji bo biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî bi merasîmekê ku çekên xwe şewitandin, di pratîkê de helwesta me ya bi biryar û net nîşan da.  
 
Gavên Tevgera Azadiyê avêtine rih û vînek nû derxist holê
 
Di bin pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan û PKKê de ev gavên dîrokî yên aliyê Kurd avêtine, bi kûranî bandor li ser dorhêla siyasî û civakî ya Tirkiyê kir, li ser bingehê aştî û demokratîkbûnê ruh û îradeyeke nû derxist holê. Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê, ev helwesta bi wêrek û fedekar a Kurdan li nava Tirkiyê û derveyî wê di plana giştî de timî bi ecibandinê hat pêşwazîkirin. 
 
Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo gavên pêşîveker hêzên xwe vedikêşe
 
Rexmî hemû nêzîkatiyên nebes yên tên jiyîn Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo talûkeyên her ku diçe li ser Tirkiye û Kurdan giran dibe berteref bike û ji bo hîmê pêşerojeke bi sedan salan a jiyana azad, demokratîk, xûşk û biratiyê deyne, bi armanca pêvajoya aştî û civaka demokratîk bigihîne qonaxeke duyemîn hewl dide gavên pratîk ên nû yên pêşîlêveker bavêje. Li ser vî esasî, li ser bingehê biryarên Kongreya 12emîn ku plan kiriye, em hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Tirkiyê li cihên ku rîska pevçûnê çêdike û rê li ber provokasyonên muhtemel vedike, ji bo pêkanîna vekişandina li Qadên Parastina Medyayê li ser erêkirina Rêber Abdullah Ocalan jî em pêk tînin. Beşek ji grûbên gihîştine Qadên Parastina Medyayê vê gavê li vê derê ne û bi xwe beşdarî vê daxuyaniyê dibin. Her weha li qadên sînor jî li cihên ku rîska pevçûnê lê heye û mewziyên ku ew ê rê li ber provokasyonên muhtemel veke jî tedbîrên sererastkirinê yên weke vê tên girtin. 
 
Gavên tên avêtin helwesta me ya bi biryar nîşan dide
 
Bêguman ev gavên ku em davêjin asta wê ya bandorê ew ê pratîk nîşan bide. Encax ev gavên pratîkî yên em davêjin jî di pêkanîna biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê de careke din helwesta me ya bi biryar û net nîşan dide. 
 
Divê qanûnên veguhêzandinê bi taybetî ji bo PKKê werin çêkirin
 
Pir eşkere ye ku em girêdayî biryarên Kongreya 12emîn in û di pêkanîna wê de em bi biryar in. Lê ji bo evana bên pratîzekirin jî dîsa li ser bingehê biryarên Kongreya 12emîn a PKK’ê girtine, nêzîkatiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajo ferz dikin bêyî ku bi derengî bikeve divê bên nîşandan. Di vê çarçoveyê de Hiqûqa Veguhêz a taybet ji bo PKK’ê divê esas bê girtin, ji bo beşdarî siyaseta demokratîk bibe qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê yên pêwîst bêyî ku bi derengî nekeve derkevin.  
 
Ji bo jin û ciwanan banga avakirina jiyana azad û demokratîk
 
Weke dawîn banga me, di serî de ji bo jin û ciwanan ji bo hemû gelên me ye. Pêvajo ne ew pêvajo ye ku ji hinekan hin tiştan hêvî bikin, pêvajo ew pêvajo ye ku bi têkoşîna rêxistinkirî avakirin û qezenckirina jiyana azad û demokratîk e. Wê wextê her kesên ku xwe di nava vê jiyanê de dibînin, ji bo serketina ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ di asta seferberiyê de divê têbikoşin. 
Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk teqez ew ê bigihîje serkeftinê!"