
Kombûna Jinan a Zenûbiya kampanya xwe bi dawî kir
- 19:44 14 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê bidawîkirina kampanyaya "Bi rêxistinkirina jinan ber bi civakeke yekgirtî ve" ragihand û diyar kir ku ev kampanya piştî 337 civînan ku tê de zêdetirî 4 hezar û 660 jinên ji tevahî herêmên kantonê amade bûne, bi dawî bû.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê kampanyaya "Bi rêxistinkirina jinan ber bi civakeke yekgirtî ve" bi dawî bû. Ev kampanya di 14’ê Îlona 2025ˊan de bi armanca pêşxistina rola jinan di avakirina civakeke li ser bingeha edalet û wekheviyê, hat destpêkirin.
Meclisê li qada navenda xwe ya bajarê Tebqayê bi daxuyaniyekê bidawîkirina kampanyayê îlan kir û diyar kir ku ew kampanya wekî xwedîderketina li berpirsiyariya xurtkirina jinan û pêşxistina rola wan di civakê de, hat lidarxistin.Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin bingeha guhartinê ne û ji bo civakeke hevgirtî û pêşketî pêwsitî bi rêxistinkirina jinan heye û wiha hate gotin: “Di çarçoveya kampanyayê de 337 civîn li dehan bajarok û taxên kantonê hatin lidarxistin û di wan civînan de zêdetirî 4 hezar û 660 jin ji hemû beşên civakê amade bûn.Di civînan de pirsgirêkên jiyanî yên jinan hatin nîqaşkirin û girîngî bi perwerdehî û xebatê ji bo pêkanîna serxwebûna aborî ya jinan, hat dayîn.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinan helwestên erênî di civînan de nîşan dan e û her wiha bang li saziyên sivîl û civakî hat kirin ku girîngiyê bidin çareserkirina pirsgirêkên jinan û parastina mafên wan.