‘Li Wanê vesazkirina bajar û plansaziya ekolojîk ferz e’

  • 09:02 11 Cotmeh 2025
  • Jiyan
Buşra Turan 
 
WAN - Endama şaxa TMMOB ya Wanê Bahar Guzel der barê vesazkirina bajêr a berevajî de axivî û got armanca avakirina bajarê ekolojîk ev e ku hevsengiya navbera jiyana mirov û hawirdorê de bê avakirinê û got: “Divê pêvajoya bajarvaniyê bi xwezayê re bê sazkirin.”
 
Wan yek ji navendên vesazkirina bajêr a berevajiye. Ev jî bi xwe re gelek pisgirêka tîne. Koçberî, zêdebûna nifûsê, qelsiya binsesazî û bêplansiyê pirsgirêkan zêde dike.
 
Endama şaxa Yekitiya Odeyên Endezyarî û Mîmaran a Tirk  (TMMOB) ya Wanê Bahar Guzel der barê Vesazkirina bajêr a berevajî de nirxandin kir.
 
‘Bandorek mezin li ser bajar dike’
 
Bahar Guzel da zanîn ku Vesazkirina bajêr a berevajî bandorek neyînî li ser bajar dike û got: “Bêyî xizmeta endezyarî û mîmarî avahî tên avakirin. Ev rewş kalîteya jiyana bajar dixîne. Ev li dijî karasetên wek erdhejê jî rîska mezin ava dike. Em plansazkarên bajar berpirsin kur ê bidin biryarên plansaziyê.  Li Wanê koçberiyê bixwe re vesazkirina berevajî  anî.”
 
‘Qeyûm sedema aloziya bajarvaniyê ye’
 
Bahar Guzel sedema vesazkirina berevajî nirxand û wiha got: “Yek ji sedemên esas pêknehatina plansaziya heyî, zêdebûna nifûsê û girêdayê vê jî pêknehatina daxwazane. Her wiha ev 9 sale li herêmê pêkanînên qeyûm sedema aloziya bajarvaniyê ye.”
 
‘Rîskên cidî dihewîne’
 
Bahar Guzel daxuyakirin ku vesazkirina berevajî piştî erdheja 2011’an dest pê nekiriye lê vê demê de wek têgînekê derketiye pêş me. Bahar Guzel wiha got: “Piştî erdhejê hewcedariya starbûnê, bê kontrolbûn, ev pirsgirêk xwe re anî. Li taan li dijî mevzuatên îmarê avahî hatin çêkirin. Ev jî yek ji sedema mezin a pirsgirêkên bajarvaniyê ya ku îro em dijîne.Li Wanê berdewamkirina vezakirina berevajî wê  ji bo erdhejên din rîskên cidî dihewîne.”
 
Bahar Guzel got armanca avakirina bajarê ekolojîk ev e ku hevsengiya navbera jiyana mirov û hawirdorê de bê avakirinê û got: “Divê pêvajoya bajarvaniyê bi xwezayê re bê sazkirin.”
 
Bahar Guzel gavên ku divê bên avêtin wiha rêz kir:
 
“*Hilbijartina cih û plansazî: Divê karaset li ber çavan bên dîtin, qadên avî li ber çavan bên girtin, herêmên ekolojîk bên parastin.
 
*Veguhestin: Ji bo peyarê, bîsîklet û wesayîtên veguhestina komî pergalek divê bê avakirin; divê wesayîtên taybet bên kêmkirin.
 
* Enerjî: Divê entegrasyona çavkaniyên enerjiyê yên wek roj û ba, pêk bên, di avahiyan de enerjî di plana pêş de bê girtin.
 
* Qadên kes: Divê bi pêkanînên qadên kesk yên bajar, korîdora ekolojîk û baxçeyên baranê piştgiriya hevsengiya xwezayê bê kirin.
 
* Av û rêveberiya bermahiyan: Destkeftiya ava veger, ava baranê û veguhestina bermahiyan divê bê zêdekirin.
 
*Aliyê civakî: Divê gelê herêmê tevli pêvajoyê bê kirin,mafê jiyanê ya bi ewle bê parastin.”