
Çalakvana mafê mirovan hate qetilkirin
- 14:51 8 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Iraqê di bûyereke ku deng veda de, çalakvana mafên mirovan Hamsa Casim di wesayîta xwe de ji aliyê êrişkarên nenas ve hat kuştin. Bûyerê fikarên li ser ewlehiya parêzvanên mafên mirovan a li welêt ji nûve derxist holê.
Di encama buyerek trajîk de, duh çalakvana mafên mirovan Hamsa Casim dema ku di wesayîta xwe de li navçeya Amiriye ya li bakurê Kutê ya ser bi parêzgeha Wasit rûniştibû, ji aliyê çekdarên nenas ve hat qetilkirin.
Êrişkar nêzîkî wesayîtê bûn, gule berdan û ji cihê bûyerê reviyan. Hamsa li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Hêzên ewlehiyê herêm dorpêç kirin, lêkolîn li cihê bûyerê hat destpêkirin û cenazeyê wê rakirin tiba edlî. Rayedaran ji bo diyarkirina nasnameya êrişkaran û sedema êrişê lêpirsîn dane destpêkirin.
Li gorî çavkaniyên medyayê, Hamsa Casim wekî berpirsa mafên mirovan a li Desteya Rêveberiya Neteweyî dixebitî.
Piştî bûyerê, Navenda Nehil ya ji bo Maf û Azadiyên Mirovan êriş bi tundî şermezar kir û bang li rayedaran kir ku sûcdaran bigrin û rastiyê eşkere bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ‘her xemsarî di lêpirsînê de dê baweriya raya giştî ya bi pergala dadweriya dewletê re kêm bike’. Navendê her wiha tekezî kir ku pêwîste ji veşartinê dûr bikevin û girêdanên bi derdorên bihêz re werin lêkolînkirin.