
Bi xebata îlanê, ber bi fuhuşê ve birin: Ji îlanan bawer nekin
- 09:04 24 Îlon 2025
- Rojane
Gulîstan Gulmuş-Azîze Akoğlu
AMED-Li Amedê li her derê îlanên ‘xebatkarên jin’ pêwist in tên daliqandin û ev îlanên kar gelek pirsnîşanan dihewînin. Welatiyên ji mîkrofonên me re axivîn gotin: “Ciwanên keç xwestin bixebitin lê li wan cîhan fuhuş û gelek tiştên din hatin jiyîn. Divê ev îlan bên kontrolkirin.”
Li Amedê li gelek nokteyan îlanên kar ên wek ‘xebatkarên jin pêwist in’ tên daliqandin. Ev îlanên kar ji ber bi fîrma an jî saziyan nayên binavkirin bêewlebûnê diafirîne. Di îlanan de sektorên kar nayên diyarkirin û 25-30 hezar TL pere tê pêşniyarkirin. Her wiha nivîsê ‘jinên bi tecrube bê tercube’ balê dikşînin. Kesên li wan hejmaran digerin di hevdîtinên kar de xwe wek komele didin nasîn. Lê di bin vê de karên din yên cuda dertên holê.
Li taxa ofîsê bi sedan îlanên kar yên ‘xebatkarên jin pêwis tin’
Li taxa ofîsê bi sedan îlanên bi vî rengî dertên pêşberî mirovan. Ewil mirov vê normal dibînin lê bi taybet nivîsa ‘em li xebatkarên jin digerin’ pirsnîşanan ava dike. Li ser vê me biryar da em vê lêkolîn bikin.
Dibêjin ‘hûn li ku ne em bên we bigirin’
Em bi çend kesên ku li van hejmaran geriyan ketin têkiliyê û wiha gotin: “Digotin hûn li ku ne em bên we bigirin. Digotin ‘hûn dikarin hema dest bi kar bikin. Hewcedariya we bi pere hebe em hema dikarin bidin’.” Nekontrolkirina van îlanan di serê mirovan de rê li ber pirsnîşanan vedike. Hema hema li her kolana Amedê ev îlan hene."
Di encama lêkolîna me kir de, em li şaxa Îşkur a navçeyê digerin û gotin ‘em ê lêkolînekê bikin li we vegerin, ez ê berê we bidim sîgorte kontrolê’. Em li yekîneya kontrola SGK’ê geriyan. Tevî çend caran em geriyan vegerek çênebû. Em li Midûriyeta zabiteyê ya şaredariyê geriyan. Lê wan jî got ev mijar nakeve qada wan. Der barê kontrolkirina mijarê de me agahiyek bidest nexist.
Em mijarê ji jinan dipirsin
Li taxa Ofîsê me mijar ji jinan pirsî. Welatiyekê da zanîn ku xizmek wan berê serî li vê îlana kar daye û ew ketiye nav lepê fuhuşê û got: “Mixabin di malbata me de çend kesî ev jiyan. Jinên ciwan dixwest bixebitin. Lê li cihê dixebitin fuhuş û gelek tiştên din hatin jiyîn. Ji ber vê jinên ciwan kar berdan, malbatan ew red kirin û neçar man biçin welatên din. Ev rewşeke nebaş e. Yekê lîse dixwend. Xwest bixebite. Li îlanek kar geriya û du hefte şûnde agahî jê nehat girtin. Malbat ket gumanan û rewşek wisa hîn bûn. Jinên ciwan xwe sûcdar kirin. Ez bang li hemû jinên ciwan dikim bila ji kesî bawer nekin.”
‘Bi zarokên 13-14 salî fuhuşê didin kirin’
Yuksel Erkol jî daxuyakirin ku bi taybet li taxa Ofîs a Amedê fuhuş zêde bûye û îlanên kar yên bê ewle hene û got: “Baweriya van îlanan tune ye. Bila pê bawer nekin. Ciwan, kesên temenê wan biçûk dikevin van riyan. Ji ber vê em li zarokên xwe baldar bin, ji bo sê kuruşan neşînin cihê wir. Li wir her tiştî bi zarokan didin kirin. Wan rojan ez dimeşiyam kesek qêriya û got ‘bi zarokên 13-14 salî fuhuşê didin kirin’. Taxa Ofîsê ji berê de cihekî cuda bû. Ez ji vir im lê mêvan im. Ez heyirî mam. Bajarê me çawa hatiye vê rewşê? Ez şerm dikim. Ev der cihekî xweş bû. Lê niha bûye cihê fuhuşa zarokan. Mirovan wêran dikin. Divê dewlet xwedî li van zarokan derkevin. Ez bang li hemû kesî dikim. Pêşerojek xweş bidin zarokên xwe.”
Welatiyek din diyar kir ku divê kes ji van îlanan bawer neke û got: “Ev îlan baweriyê nadin. Dema bigerin ger tiştekî nebêjin û tenê bêjin hewcedariya we heye, ev bi guman e. Divê polîs li ser vê bisekinin. Divê armanca wan fêr bibin. Bila jin van tişan qebûl nekin.
Songul Çakir jî daxuyakirin ku ev îlan baweriyê nadin û wiha domand: “Ez bawer nakim. Evqas betalî heye û ev îlan jî baweriyê nadin mirovan. Divê ji bo van destûr neyê dayîn. Divê dewlet, şaredarî destûrê nedin van. Divê zabite destûr nedin vê. Yên van îlanan dibînin divê derxin û bavêjin.”