ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2025'AN

  • 09:00 24 Îlon 2025
  • Rojev
* Dayikên Aştiyê pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin nirxand û got: “Leşker  hîna êrîşê gerîlayan dikin. Dewletê ji bo aştiyê ev gav avêtine? Bila dewlet êdî gava şênber bavêje. Divê serokatiya me azad bibe. Çavên me hemûyan li aştiyê ye. Bila aştî pêk bê û her kes ji bo aştiyê rola xwe bilîze.” BI DÎMEN 
 
*Li Amedê li her derê îlanên ‘xebatkarên jin’ pêwist in tên daliqandin û ev îlanên kar gelek pirsnîşanan dihewînin. Welatiyên ji mîkrofonên me re axivîn gotin: “Ciwanên keç xwestin bixebitin lê li wan cîhan fuhuş û gelek tiştên din hatin jiyîn. Divê ev îlan bên kontrolkirin.” DÎMEN HEYE 
 
*Şukran Demîr ku yek ji derhênera belgefîlma "Wek alava tundî û asîmîlasyonê YÎBO" ye bi gotinên "YÎBO parçeyek çîroka min jî bû" diyar kir ku YÎBO pirsgirêkek civakiye û balkişand ser rûhevhatina civakî. BI DÎMEN 
 
*Emîne Omer diyar kir ku di hevdîtina kirin de pergala rêveberiya Xweser a li Rojava hatiye avakirin, ji bo jinên Ewropayê dibe çavkaniya îlhamê û wiha got: “Mînak şaredarê Parîsê di hevdîtina bi me re kir de got 'em hêzê ji wan digirin û ji tecrubeyên wan îstifade dikin. Em dixwazin li şaredariya Parîsê meclîsa jinan ava bikin' û got ku dest bi xebatan kirine.” 
 
*Di van demên dawî de di nav Şengalê de liv û tevger her wiha sewqiyatên leşkeriyê artêşa Iraqê zêde bûn e di heman demê de jî serokê demkiyê Sûrî gef li Şengalê xwariye. Jinên Şengalê ji ber sewqiyatên leşkeriyê artêşa Iraqê û gefên li ser Şengalê nerazîbûn nîşandan û gotin hêza me heye, ka dewleta Iraqê heya niha ji me re çi kiriye’.  BI DÎMEN