
Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Rojava di Mijdarê de li dar dikeve
- 11:04 23 Îlon 2025
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 5’emîn Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava dê di meha Mijdarê de were lidarxistin. Heta niha ji bo beşdarbûna mîhrîcanê serlêdana 120 filman hatiye kirin.
5’emîn Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Rojava dê di navbera 13-20’ê Mijdara 2025’an de, li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê lidarxistin. Mîhrîcan ji aliyê Komîna Film a Rojava ve tê lidarxistin. Mîhrîcan di bin dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” de bê lidarxistin. Dê mîhrîcan li hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û cihekî ku hîn nehatiye diyarkirin bê lidarxistin.
Komîna Film a Rojava di 13’yê Tebaxê de lidarxistina mîhrîcanê îlan kir. Ji wê demê heta niha 120 filmên ji herçar parçeyên Kurdistanê, hindirê Sûriyê, welatên Ewropayê, Emerîka û Efrîqayê, welatên Rojhilata Navîn serdana mîhrîcanê kirine.
Dê heta 30’ê Cotmehê film bên pejirandin. Heta niha Komînê sînorek ji hêjmara filman re nedaniye.
Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Rojava cara yekem di Mijdara 2016’an de pêk hat. Ya duyemîn di 13’yê Mijdara 2017 li Qamiloyê, ya 3’yemîn di Mijdara 2018’an de li Kobanê û ya 4’emîn di 13’yê Mijdara 2019’an de li Qamişloyê pêk hat. Dê mîhrîcana 5’emîn di 2022’yan de pêk bihata. Lê ji ber şert û mercên ewlekariyê pêk nehat. Piştî 5 salan dê di navbera 13-20’ê Mijdara 2025’an de bê lidarxistin.