ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2025'AN

  • 09:00 22 Îlon 2025
  • Rojev
 
*Jinên Wanê der barê qetilkirinên jinan ên her diçin zêde dibin de axivîn û gotin: “Êdî em nikarin derkevin kolanê. Li vî welatî ne edalet ne pergalek ku mirovan diparêze heye. Gumanbar ji bêcezahiştinê hêzê digirin. Ger cezayên giran bihatana dayîn wê pêşî lê bihata girtin.”
DÎMEN HEYE 
 
*Jinên firoşkarên mîdyeyê diyar kirin ku ew rûyê nayên dîtin ên ked û hilberînê ne û wiha gotin: “Hilberîna mîdyeyê jin dikin. Lê ne ked ne jî hilberîna wan nayê dîtin. Hewcedariya me bi piştgiriya jinan heye.” DÎMEN HEYE 
 
*Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar  der barê biryara ku Komîteya Wezîran der barê mafê hêviyê ya ji bo Abdullah Ocalan daye de axivî û got dema hatiye dayîn heta hezîrana 2016’an e û ev dem dirêj e. Arîfe Çinar got: “Biryar bi fikar e. Divê biryarek bandor li pêvajoyê dike bê dayîn.” DÎMEN HEYE
 
*Ceylan Yildirim piştî erdhejê karê xwe winda dike û dest bi berhevkirina naylonan dike. Ceylan Yidirim da zanîn ku bi vî karî debara xwe dike û tevî zor û zehmetiyan karê xwe didomîne. DÎMEN HEYE
 
*Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrin Raziye Ozturk der barê hevdîtina li Îmraliyê de axivî û got: “Birêz Ocalan der barê xwedî derketina pêvajoyê ya ji aliyê qada siyasî ve rexne kir ku îradeya qels tê nîşandan. Tespîta ku mijara esas ji nedîtîve tê, li pey menfaat û rantê ne û pevçûna vê tê kirin, kir.”