Bi hezaran deng, yek daxwaz: Ji Ocalan re azadî
- 17:58 17 Îlon 2025
- Rojane
WAN - Bi hezaran kesên tevli meşa ‘mafê hêviyê ya bi pêşengiya DEKUP’ê pêk hat bûn, tevî êrîşa polîsan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin.
Li Wanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) bi daxwaza ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘mafê hêviyê’ bê nasîn bi dirûşmeya ‘gel ji bo serokatiya xwe dimeşe’ ji ber AVM ya Wanê heta Kent Meydani pêk hat.
Dayikên Aştiyê,Tevgera Jinên Azad (TJA),Partiya Herêman a Demokratîk, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê, KESK a Wanê,hevşaredarên BajarÊ Mezin yên Wanê yên qeyûm tayînê şûna wan hatine kirin û gelek kes tevli bûn.
Pankarta “Ji bo mafêhêviyê yê Rêber Apo en ber bi azadîye ve dineşin!” hat vekirin û bê navber dirÛşmeyên, “Bîjî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bîjî berxwedana Îmrali” hatin berzkirin.
Ala Abdullah Ocalan hat hildan
Girseyê de alên ku wêneyê Abdullah Ocalan li ser bûn vekirin û piştî vê polîsan bi gaza îsotê êrîş kir. Gelek kes hatin derbkirin. Girseyê bi dirûşmeya ‘bijî serok Apo’ bersiv da. Girseyê bi dirûşme û berxwedanê êrîşa polîsan şikand û meşa xwe li Kent Meydani bidawî kir.
Hevserokê DBP’a Wanê Cemîl Demîr li wir daxuyanî da û da zanîn ku ew di meşeke pîroz de ne û got: “Ev meş ji bo azadiya Abdullah Ocalan girînge. Hewl dan meşa me provoke bikin. Naxwazin aştî û civaka demokratîk pêş bikeve. Lê em vê nêzîkatiyê şermezar dikin.”
‘Abdullah Ocalan azad nebe civak jî azad nabe’
Piştre parlamenera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û da zanîn ku ew ji Abdullah Ocalan re azadiyê dixwazin û aştiyê dixwazin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît wiha vegot: “Divê em bi şev û roj ji bo aştî û demokrasiyê têkoşînê bidin. Divê demildest azadiya Birêz Abdullah Ocalan pêk bê.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.