
Ji 39 jinan ji bo KE’yê nameya ‘Mafê hêviyê’
- 12:45 15 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek jinên li seranserî cîhanê navdar ji bo cîbicîkirina “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan ji Konseya Ewropayê re name şandin. Di nameyê de daxwaza berdana Abdullah Ocalan hate kirin.
39 jinên li seranserî cîhanê navdar, ji bo “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê parastin, ji Konseya Ewropayê (KE) re name şandin. Di nava kesên ku name îmze kirine de Feminîsta Hindistanî Abha Bhaiya, ji sazumankara tevgera jinan a DYA’yê Harriet Fraad, ji ramangera Arjantînî Rita Segato, qasida aştiyê ya Yemenî Dr. Raida Al Zabhani û fîlozofa Fransî Catherine Malabou jî di nava 39 jinên cîhanî yên navdar de hene.
Jinan ji Serokê Komîteya Wezîran a KE’yê İan Borg û Cigirê Wezîr Francesca Camilleri Vettiger re name şandin. Jinan diyar kirin ku nûnerê paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo karibe tam rista xwe bilîze divê şerên wî yên azadiyê tam rast bibin û divê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê piştgiriyê bidin. Jinan xwest ji bo biryara dadgehê têkeve meriyetê divê mekanîzmayên wesit têkevin meriyetê.
Jinan xwestin ku; biryara DMME’yê têkeve meriyetê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan, Komîsyona Meclisê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên şênber bavêje, YE û aktorên navneteweyî cisaretê bidin Tirkiyeyê ku gavan bavêje, divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û krîmînalîzasyona li dijî Kurdan êdî bi dawî bibe.
Jinên name îmze kirin ev in:
“Abha Bhaiya (Hîndistan), Catherine Malabou (Arjantin), Harriet Fraad (DYA), Dr. Raida Al Zabhani, (Yemen), Donna Haraway, (DYA) Rita Segato (Arjantin), Bahiyah Al Saqqaf (Yemen), Rahila Gupta (Îngîlistan), Coni Ledesma (Hollanda), Saloua Guiga (Tunus), Chiara Cruciati (Îtalya), Dinah Altai (Irak), Franziska Stier (Swîsre), Sawsan Shoman (Lubnan), Afraa Al Hariri (Yemen), Dr. Carol Mann (Fransa), Margaret Owen (Îngiltere), Sherifah Ghaddar (Cezayir), Dr. Farah Sabir (Irak), Janet Biehl (DYA), Lara Reddy (İtalya), Bianca Argentieri (İtalya), Dr. Houssami Mahjoub (Tunus), Dr. Fernaz Attia (Misir), Shamsa Najar, Dr. Alaa Alqaisi, Ashwaq Abdullah, Yusra Ahmad Majid, Iman Ibrahim, Samirah Mahmoud, Aseel Hussein Ali, Ankham Ibrahim Jamil, Wassan Al Jibouri, Aseel Mohammad Hasan, Dr. Ruqeyya Mazhar Qasim, Hanan Ismail Ahmad, Zahraa Abdullah Mahmoud, Zahra Khadim Yassin û Aya Ali Jasim (Iraq)”