
Zarokistana Perperike dest bi perwerdehiyê ya sala nû kir
- 13:37 15 Îlon 2025
- Rojane
AMED - Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Perperike ku di bin banê Gerînendeya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de xizmetên perwerdehiya pirzimanî dide, bi merasîmekê dest bi perwerdeyê ya sala 2025-2026 kir.
Di merasîma vekirina sala nû de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, Hevserokên DEM Partiyê yên Peyasê, nûnerên Med-Der û Egitim-Senê û her wiha dê û bavên zarokên xwendekar amade bûn.
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar di axaftina xwe de wiha got: “Wek şaredarî, divê em di warê perwerdehiya zimanê dayikê de bêhtir hewl bidin da ku qad û saziyên nû werin afirandin. Em bi biryar in ku hemû derfetên xwe ji bo vê armancê bi kar bînin û ji bo ku di vî warî de li bajarê me saziyên xurt hebin, em ê bi berdewamî bixebitin.”
Hevşaredar Cengîz Dundar jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdehiya pirzimanî û wiha got: “Zarokistanên ku xizmetên pirzimanî pêşkêş dikin, nêrîn û beşdariya zarokên me di jiyanê de geş dikin. Wek şaredarî, em ê xebatên xwe yên ji bo zêdekirina hejmara van saziyan bi biryardarî bidomînin.”
Perwerdehiya Pêşdibistanê ya Pirzimanî
Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Perperike ji bo zarokên 3-6 salî perwerdehiya pirzimanî dide. Her wiha, di atolyeyên hunerî de çalakiyên wekî wênekêşî, destkarî, drama û mijarên din jî têne dayîn.