
‘Divê pirsgirêka zimanê dayikê demildest bê çareserkirin’
- 09:02 14 Îlon 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
WAN - Bi pêvajoya nû ya li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn hatiye despêkirin re, yek ji daxwaza herî esas a Gelê Kurd perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Hevseroka KURDÎGEH’ê Arîfe Aslan der barê pêvajoyê de axivî û got perwerda bi zimanê dayikê êdî ji daxwazê derketiye û ferz bûye.
Li Tirkiyeyê bi salane yek ji mafê herî sereke perwerdehiya bi zimanê dayikê tê nîqaşkirin û hîna jî ji bo Gelê Kurd ev daxwaz nehatiye cih. Di salan nû ya pewerdehiyê de xwendekar ji mafê pewerdehiya bi zimanê dayikê bêpar tên hiştin. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên, dibin sedema ku zarokên xwe ji ziman û nasnameya xwe durketine. Zarokên di pergala yekparêz de mezin dibin, bi xetereya ku ziman û nasnameya xwe winda dikin re tên rûhev. Bi banga "Aştî û civaka demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir de pêvajoyeke nû ji bo Gelê Kurd û Tirk dest pê kir.
Hevseroka Komeleya Çand û Pêşxistina Ziman a Kurd (KURDÎGEH) Arîfe Arslan der barê girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê de nirxandin kir.
'Zarok zehmetî dikşînin'
Arîfe Aslan balkişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got vê pêvajoyê de perwerdehiya bi zimanê dayikê li cihekî girîng cih digire û wiha got: “Divê her aliyê civakê wekhev bin. Li cihê wekhevî tunebe demokrasî jî tuneye. Wekhevî bi perwerdehiya zimanê dayikê pêkan e. Li welat 30 mîlyon Kurd dijîn. Bi hezaran zarokên Kurd diçin dibistanê. Lê mixabin ji temenê biçûk heta zanîngehê perwerda pergalê digirin. Ev dibe sedema asîmîlasyonê. Heman demê de zarok zehmetiyan dikşînin. Bi zimanekî nû tevli jiyana wan dibin û ev ji bo wan zehmet e. Zarok bi zimanê xwe perwerdê bibînin wê li dibistanê jî serkeftî bin. Nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê zehmet e û bandor li ser serkeftinê dike.”
‘Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê’
Arîfe Arslan diyar kir ku dema zarok dest bi dibistanê dikin ji malbat û hebûna xwe qût dibin û got: “Divê pirsgirêka ziman demildest bê çareserikrin. Divê di fermiyetê de zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Divê ji dibistana dayikê destpê bike heta zanîngehê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Ev ne daxwazeke, ev mecburiyeteke.”
‘Nîvê welat kurd in’
Arîfe Aslan nirxandina xwe wiha domand: “Ji bo Gelê Kurd parastina ziman tê wateya parastina netewe, hebûn û kesayetê. Ji bo pêşî li asîmîlasyonê bê girtin ev girîng e. Divê zarok bi zimanê xwe perwerdê bigirin ku asîmîle nebin. Zarok 4-5 salî bi zimanekî biyanî jiyana xwe didomînin û ev jî dibe sedema ji nasnameyê dûrketinê. Divê wek hemû Gelan Kurd jî bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Nîvê welat kurd in. Perwerdehiya bi zimanê dayikê ne daxwazeke ferz.”
‘Divê gel li her derê zimanê xwe biparêze’
Arîfe Aslan di dawiya axaftina xwe de wiha bi lêv kir: “Ez wek dayik, jin û mamosteyekê bang li gel dikim. Divê gel li her qadê zimanê xwe bixwazin û biparêzin. Divê gel bertek nîşanê nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê bidin. Divê gel hişyar be. Mafê xwe biparêze.”