Ji bo qursên ziman yên Şaredariya Amedê serlêdanan dest pê kir

  • 18:07 12 Îlon 2025
  • Rojane
 
AMED-Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo kursên ziman ên serdema payîzê dest bi qeydan kirin.
 
Li Amedê ji bo parastin û pêşxistina zimanê dayikê, serdemeke nû di kursên ziman de dest pê dike. Di kursên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo serdema payîzê dabû destpêkirin de, li gel zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî, Ermenî û Suryanî jî hatin zêdekirin.
 
Kursên ku dê di periyotên sê mehan de bên lidarxistin, dê ji bo mezinên ji 16 salî mezintir bin. Her pol dê bi 25 kesan ve sînordar be û wekî yedek 5 kesên din dê bên qebûlkirin.
 
Her wiha ji bo kesên ku dikarin Kurdî biaxivin lê nizanin bixwînin û binivîsin, dê bi zaravayê Kurmancî atolyeyên taybet ên xwendin-nivîsandinê jî bên lidarxistin.
 
Serlêdan, dê li ser navnîşana www.dismek.org.tr bên kirin.