
Belçîka rê li ber qanûnîkirina gaza îsotê ya ji bo jinan vedike
- 19:40 11 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Wekheviya Derfetan ê Belçîkayê Rob Beenders rê li ber qanûnîkirina gaza îsotê (spreya parastina takekesî) vedike.
Li gorî aghiyên ku Het Nieuwsblad û VRT NWS’ê ragihandin, wezîr daxuyand ku ew ê li ser vê mijarê lêkolîneke berfireh bide destpêkirin.
Rob Beenders diyar kir ku ev yek beşek ji pakêta tedbîrên ku li kolanan ewlehiya jinan zêdetir bike.
Rob Beenders destnîşan kir ku beriya sererastkirina qanûnî ew ê li ser derfet, bêderfet û bandorên spreya îsotê lêkolîneke berferih bikin û got: "Ez piştgiriyê didim jinên ku spreya îsotê di çantên xwe de hildigirin û dixwazim zaninbim bê bi rastî jî feydeyên wê hene an na."
Daneyên dawî nîşan didin ku ji sedî 95 jin li cihên giştî yên Belçîkayê xwe di bin gefê de hîs dikin. Li gorî lêkolîna "Stand Up Against Street Harassment" ku di dawiya sala 2023’yan de hatibû weşandin,ji sedî 15 jin dibêjin ku ew xwe li kolanan qet bi ewle hîs nakin. Tacîz, tirs û hewldanên revandinê tecrûbeyên hatine jiyîn in.
Li Belçîkayê ji sala 2014’an û vir ve li dijî hewldanên zayendperestî li qadên giştî qanûnek heye.
Bloga femînîst Stop Féminicide jî ragihand ku di sala 2023’yan de 26 û heta dawiya sala 2024’an jî 21 cînayetên jinan çêbûn.