Ji bo Çîgdem Kinay daxuyanî hat dayîn
- 20:46 28 Tebax 2025
- Rojane
STENBOL – KCDP û Federasyona Femînîstên Ciwan ku ji bo Çîgdem Kinay ku ji aliyê kurê wê Azad Kinay ve hat qetilkirin daxuyaniyek dan û bertek nîşanî polîtîkayên qetilkirinê dan.
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) û Federasyona Femînîstên Ciwan ji bo Çîgdem Kinay a ku di 27'ê Tebaxê de li navçeya Sultangazî ya Stenbolê ji aliyê kurê xwe Azad Kinay ve hat qetilkirin li Parka Aşik Veysel a Sultangaziyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa "Edalet ji bo Çîgdem Kinay" û "Em ê kuştina jinan rawestînin" hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de nûnera KCDP'ê Nuray Karahan axaftinek kir.
Nuray Karahan bal kişand ser kuştina jinan û got: "Jin ji aliyê ferdên malbata xwe ve li malên xwe tên kuştin. Li gorî daneyên me ji destpêka salê heta di Tebaxa 2025'an de 169 jin hatin kuştin. Tevî van jî hilberîna polîtîkayên malbatî didomînin. Navbeynkariyê jî nayê qebûlkirin. Çareseriya herî bingehîn pêkanîna 6284 û Peymana Stenbolê ye. Ji bo bicihanîna 6284 û Peymana Stenbolê em ê têkoşînê bidomînin."
Piştî axatinan daxuyanî bi dawî bû.