Li Amedê bi hezaran ji bo ‘civaka demokratîk’ meşiyan

  • 19:28 14 Tebax 2025
  • Rojane

AMED - Li Amedê bi hezaran welatî beriya şahiya ku wê bi dirûşmeya ‘em aştî û civaka demokratîk ava dikin’li Amedê pêk bê bi dirûşmeya ‘bijî serok Apo’, ‘bê serok jiyan nabe’, ‘jin jiyan azadî’ meşiyan.

Li Amedê beriya şahiya wê çarçoveya ‘hevdîtinên aştî û civaka demokratîk’ bi dirûşmeya ‘em aştî û civaka demokratîk ava dikin’ li Amedê pêk bê, bi tevlibûna hezaran meş pêk hat. Girseya ku nav de parlamenterên DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinen Azad (TJA), Dayikên Aştiyê jî nav de bi hezaran kes li ber avahiya DEM Partî ya Amedê hatin gel hev. Girse bi dirûşmeyan,erbaneyan meşiyan. Seranserê meşê de stran hatin gotin

Girse bi coşek mezin gihişt Kent Meydani. Bername bi konser û axaftinan bidawî bû.