
Meclîsa Jinan a Şaredariya Sêrtê bi jinan re civiya
- 13:53 12 Tebax 2025
- Rojane
SÊRT - Meclîsa Jinan a Şaredariya Sêrtê bi jinên li Taxa Bariş re civiya. Hevşaredar Sofya Alağaş ku li cihê wê qeyiê hatibû danîn, li wir axivî û peyamek da ku divê jin bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya aştiyê bibin.
Hevşaredara Sofya Alağaş ku cihê wê ji hêla qeymeqam ve hatibû girtin, li Taxa Bariş a Sêrtê bi jinan re civiya. Hevşaredar Sofya Alağaş ku axaftin ki di axaftina xwe de girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destnîşan kir û diyar kir ku divê jin bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya aştiyê bibin da ku destkeftiyên xwe biparêzin û berfireh bikin.
Sofiya bal kişand ser kuştinên jinan jî û destnîşan kir ku pergal bi her awayî êrîşî jinan dike û ji ber vê yekê, têkoşîna jinan girînge . Sofiya Alağaş li ser polîtîkayên qeyûm ên li bajêr axivî û diyar kir ku niştecih têne cezakirin, nemaze bi nedana avê ji taxan re.
Divê Abdullah Öcalan Azad Bibe
Piştî Sofia Alagaş, jin axivîn û tekez kirin ku ew baweriya xwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê tînin ziman. Wan tekez kir ku ji bo çareseriyek rastîn divê Abdullah Ocalan azad be.
Jinan diyar kirin ku qeyûm tax bê av hiştine, darên parkê hişk bûne û ji ber nebûna dermanên kêzikan ew rastî gelek mêşan tên. Wan diyar kir ku ew qeyim naxwazin û girîngiya vegerandina şaredariyê ji xwediyên wê yên rewa re tekez kirin.