
Li Çinarê Komxebata 'Îdeolojiya Rizgariya Jinan'
- 11:58 12 Tebax 2025
- Rojane
Meclisa Jinan a AMED-DBP li gundê Kerikê komxebata "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" li dar xist.
Komxebatên "Îdeolojiya Rizgariya Jinan", ku ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve bi dirûşma "Ber bi Civaka Demokratîk bi Jinên Azad re" hatine destpêkirin, berdewam dikin. Meclisa Jinan a DBP'ê duh li gundê Kerikê, ku li navçeya Çınar a Amediyê ye, bi jinan re civiya.
Komxebata ku bal kişand ser jiyana kolektîf a jinan ji demên berê ve, nirxandinên jiyana komunal a jinan jî di nav xwe de digirt.
Komxebat bi dirûşma "Jin jiyana azad" bi dawî bû.