
Minbic a ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin dîsa dibin dagirkirinê de ye
- 09:06 11 Tebax 2025
- Rojane
Semîha Alankuş
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrîşa DAIŞ’ê bi berxwedana ku 73 rojan berdewam kir Minbic hat azadkirin. Bajarê ku ji nûve hat avakirinê, ji sala borî de ye, di bin dagirkirina komên ku ji Tirkiyeyê piştgiriyê digire, de ye.
Minbic ya ji dagirkirina DAIŞ’ê hat xilaskirin ne tenê bajarek; bû sembola ku jinan nîqabên xwe şewitandin, zarok ji nûve çûn dibistanê û gelan pêşeroja xwe bi hev re ava kirinê. Îro çîroka azadiya Minbicê hîna lêgerîna jiyana hevpar û berxwedanê a li Rojhilata Navîn xwedî dike.
DAIŞ’ê di Çileyê 2014’an de êrîşê bajarê Minbic a Sûriyeyê kir û dagir kir. Piştî vê ev der bû barageha herî girîng a DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê. Ev bajarê ku navbera Haleb û Reqayê de bû, li ser xeta lojîstîk a diçû Reqeyê bû. Heman demê de kesên biyanî yên tevli DAIŞ’ê dibûn ji vê guzergahê derbas dibûn. Ev bajar heman demê de ji bo DAIŞ’ê navenda lojîstîk a girîng bû.
Piştî ku DAIŞ’ê bajar desteser kir, ligel zextên li ser gel berê xwe dan jinan. Bi zor çarşef li jinan kirin, derketina kolanê li jinan hat qedexekirin. Di serî de muzîk, hemû faliyetên çandî hat qedexekirin. Bi sedan kes hatin qetilkirin, dibistan hatin girtin.
Di havîna 2016’an de bi pêşengiya QSD’ê pêngava azadkirina Minbicê hat destpêkirin. Di encama têkoşîn û berxwedana hevpar a 73 rojan berdewam kir, bajar hat azadkirin. Di tebaxa 2016’an de DAIŞ têk çû û Minbic gihişt zemîna ku gel jiyana hevpar ava bikin. 2 hezar kesên ku DAIŞ’ê revandibûn jî hatin xilaskirin.
Dema azadiyê
Bi azadbûna Minbicê re dîmenê ku mohra xwe li dîrokê dan di rojeva rayagiştî ya cîhanê de cih girt. Jinên azad bûn, çarşefên xwe derxistin, şewitandin û mêran jî ruyên xwe ku bi zor hatibûn dirêjkirin kur kirin.
Gotinên mohra xwe li dîrokê dan
Jineke Minbicê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hatiye dayîn û jin çawa ji êrîşan xilas bûne bi van gotinan îlan kir: Me ne tenê bajarek me rûmeta jinan jî azad kir.
Avakirina jiyana nû
Piştî azadkirina bajar xebatên jiyana nû hatin destpêkirin. Bi pêşengiya jinan, di jiyana nû ya hat avakirin de hevserokatî û meclîsê jinan ketin jiyanê. Jinan xwe li her qada jiyanê rêxistin kirin û bûn xwedî gotin. Ji perwerdehiyê heta siyastê ji çandê heta aboriyê jiyan ji nûve hat avakirin.
Sînorên şoreşa Rojava hat berfirehkirin
Minbic bi têkoşîna hat dayîn bi jiyana nû ya hat avakirin ne tenê li Sûriyeyê, li hemû Rojhilata Navîn bû sembola têkoşîna azadiyê. Rêveberiya bi pêşengiya jinan hat avakirin, modela civaka demokratîk ava kir. Ev pergala bi şoreşa Rojava hat avakirin, sînorên şoreşê jî berfireh kir.
Bi ketina Şamê re êrîşên dest pê kirin
Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) rêveberiya Şamê di 8’ê Kanûna 2024’an de desteser kir. Piştî Şam girt, yek ji cihên din ya hedef hat girtin Minbic bû. Komên ku Tirkiyeyê piştgirî didayê li hember bajar dest bi êrîşan kir. Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê (QSD) ji bo gel hedef neyê girtin û komkujiyek neyê jiyîn, ji bajar vekişiyan. Piştî vê komên ku Tirkiyeyê piştgirîdidayê li bajar bi cih bûn.
Xesp, talan
Mala Şopandinê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) û saziyên civaka sivîl di raporên weşandin de talan, xesp, êrîşên ku van koman li dijî sivîlan pêk anîne weşand. Li gorî raporên wan êrîşên li hember saziyên tenduristiyê didomin û hinek şervanên QSD’ê yên birîndar hatine înfazkirin. Bajar û herêm hîna di hedefê deye. 3’yê Sibatê de ji derveyê bajar sê wesayîtên bombeyî hatin teqandin. Herî kêm 20 kesî jiyana xwe ji dest da. Piranî ji van jin û zarok bûn.
Li bendê azadiyê ye
Minbic ku ji sala borî heta niha di bin dagirkirina komên ku ji Tirkiye piştgiriyê digirin, de ye carek din li bendê azadiyê ye.