Li girtîgehê dixwazin jinan bi kamerayan teşîr bikin

  • 13:16 30 Nîsan 2025
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL -Girtiyan bertek nîşanî hewldana danîna kamerayan li qawîş û deriyên serşoyê yên Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dan. Parêzer Eylem Arzu Kayaoglû jî got: “Ev pêkanîn jiyana taybet binpê dike û armanca wê teşhîrkirina bedena jinê ye.” 
 
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoya Stenbolê, ji bo kamerayên ku têketin û derketina serşoya girtiyan, qadên hevpar û hemû qawîşê bibînin, xebat tên kirin. Parêzera Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Eylem Arzu Kayaoglû duh bi muwekila xwe Esengul Demîr a ji ber doza Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di girtîgehê de ye re hevdîtin kir û der barê neheqiyên li girtîgehan tên kirin de agahî da.
 
 Kamerayên ku serşokan dibînin li qawîşan tên bicihkirin
 
Eylem Arzu Kayaoglû, diyar kir ku di vê meha dawî de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji bo dîtina deriyên serşoyê dîwar hatine kolandin, lê sedem ji muwekîlan re nehatiye gotin û duh nêzî ku saetên xebatê biqedin di van dîwarên ku hatine kolandin de kamera hatine bicihkirin û wiha got: “Muwekîlên me diyar kirin ku li dîwarên qewîşê li gorî ku hindirê serşoyê bê dîtin ji aliyê personelên girtîgehê ve kamera hatine bicihkirin. Herwiha muwekîlan diyar kir ku kamerayên hatine bicihkirin tevahiya qawîşê dibînin û tu qadeke taybet ku girtî xwe lê di ewlehiyê de bibînin nehatiye hiştin. Girtiyan diyar kir ku wê li dijî vê îtîraz bikin ji ber ku kamerayên li hewadariyê jixwe nîvê qawîşê dibînin.”
 
‘Bila hinek jî dewlet li we temaşe bike'
 
Eylem Arzu Kayaoglû diyar kir ku duh bi şev bi muwekîla xwe Esengûl Demîr a di çarçoveya dosyaya HDK’ê de li girtîgehê girtî ye re hevdîtin kiriye û wiha dewam kir: “Dema ku Esengul Demîr û hevalên wê xwestine bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin, ji wan re gotine ku midûr ne li girtîgehê  ye.  Personelan li hin qawîşê din jî ji girtiyên jin re gotine 'Me têra xwe li we temaşe kiriye û bila hinekî jî dewlet li we temaşe bike'.  Herwiha ji muwekîlên me yên din re hatiye gotin ku ji wezaretê nivîs hatiye lê ji Esengulê re tu tiştekî wiha nehatiye ragihandin. 
 
Em weke parêzer di vê baweriyê de ne ku di demeke wiha de ji wezaretê nivîs bê şandin.  Em di wê baweriyê  de ne ku rêveberiya girtîgehê bi însiyatîfa xwe kamera danîne û ji bo ku girtiyan bitirsînin li wir serî li pêkanîneke wiha dane. Ev yek bi mebesta ji holêrakirina jiyana taybet hatiye kirin."
 
'Ev pêkanîna laşê jinê teşîr dike ye'
 
Eylem Arzu Kayaoglû, anî ziman ku duh ji ber nerazîbûna girtiyan kamera nehatine danîn û wiha got: "Dibe ku muwekîlên me mehkûm û girtî bin, lê her yek ji wan xwedî mafên mirovan û jiyana taybet e. Rêveberiya girtîgehê nikare li girtîgehê jiyaneke din ferz bike. Ne mimkûn e ku pêkanîneke wiha bê qebûlkirin.Girtî li dijî vê îtîraz dikin li dema ku biçin hewadariyê diare ev kamera bên bicihkirin. Ji ber vê muwekîlên me xwestin ku balê bikişînin ser vê pêkanînê. Nayê qebûlkirin ku kamera nava nivînan û hundirê serşoyê bibînin."