
Jin wê li qadên 1'ê Gulanê dengê xwe bilind bikin
- 09:06 30 Nîsan 2025
- Ked/Aborî
ÎZMÎR – Jin dê di 1'ê Gulanê de li dijî polîtîkayên bi navê "Sala Malbatê", li dijî cudakariya zayendî, xizanî, zext û girtina jinan dengê xwe li qadan bilind bikin.
Li Îzmîrê, 1'ê Gulanê Cejna Karkeran îsal jî li Meydana Gundogduyê tê pîrozkirin. Sendîka, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û welatî dê bikaribin ji çar xalên cuda, ji rêyên meşê yên Alsancak, Meydana Basmaneyê, Meydana Cumhuriyetê û Kolana Kibris Şehitleriyê, bikevin meydanê.
Jinên ku bi şîara "îtaet tune ye, têkoşîn heye" li dijî pergala serdest a mêran, xizanî, bêewlehî, tundûtûjî û îstismarkirinê dê bikevin 1'ê Gulanê, dê dengê xwe ji bo parastina jiyaneke mirovî li dijî polîtîkayên ku hewl didin jinan di bin navê "sala malbatê" de di malên wan de bigirin, xizaniyê, îstismara keda nedîtî û paşguhkirina mafên karkeran, bilind bikin.
'Em ê ji bo keda xwe li qadan bin'
Rêvebera DEM Partiyê Fevziye Unal diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên aborî û şîdeta li dijî jinan hene û diyar kir ku ew ê bi pankartên bi nivîsa "Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk di 1'ê Gulanê de" ber bi meydanan ve bimeşin. Fevziye Unal got, "Em dixwazin ji hegemonya patronan xilas bibin. Sîstemek heye ku hewl dide sendîkayîbûnê asteng bike. Em hemû karker, bêkar û hemû xebatkarên xwe vedixwînin ku li dijî van şer bikin. Pirsgirêka herî girîng niha hewcedariya azadiya civakî û aştiyê ye. Ji ber ku sîstemek ku civakê ji hev vediqetîne, polarîze dike û civakê li dijî hev derdixe, bi salan e di her beşê de dixebite. Em hewl didin ku ji van xilas bibin û bi têkoşînek giştî li vî welatî aştî û demokrasiyê ava bikin."
'Kesên ku li hember êrîşan li ber xwe didin li vir in'
Sîbel Yaşar a ji Kovara Kaldiraç diyar kir ku ew ê îsal bi slogana "Rejîma qesrê dê bi şoreşê re biçe, gotina dawî dê li kolanan bê gotin" biçin 1'ê Gulanê û got ku rejîm êrîşeke topyekûn li ser karkeran dike. Sîbel Yaşar destnîşan got, "Karker, jin, xwendekar, kesên ku ji bo ekolojiyê û jiyanê têdikoşin li hember van êrîşan li ber xwe didin. Tenê 1'ê Gulanê bi têkoşîneke rêxistinkirî li dijî rejîma qesrê û bi têkoşîna kolanan dikare were pîrozkirin. Ev bang ew e ku li dijî êrîşên topyekûn xeta berxwedanê ya topyekûn were organîzekirin. Ev jî tê wateya organîzekirina greveke giştî û berxwedana giştî."
Ji bo yekê gulanê bang
Zeynep Eda Berfîn Tozlu, ku destnîşan kir ku pergal ji bilî birçîbûn, xizanî, îstismara kedê û mirinê tiştek din pêşkêş nake, got, "Wekî jin û sosyalîst, divê em li meydanan, li kolanan bin û têkoşînê mezin bikin. Çareseriyeke me ya din tune. Wekî Hevgirtina Mor, em ê îsal jî, wekî her sal, li meydanan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku hêz û piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Werin em roja Pêncşemê, 1'ê Gulanê, saet di 11:00'an de li Meydana Cumhuriyetê bicivin."