Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

  • 10:34 29 Nîsan 2025
  • Rojane
 
 
STENBOL - Li Stenbolê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.
 
Polîsan li Stenbolê beriya pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bi ser gelek malan de girtin. Hate diyarkirin ku polîsan di serdegirtinê de îşkence li gelek kesan kirine.
 
Navên hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: Hevserokê BEKSAV'ê Ahmet Ûçar, Ayşenûr Demîr, Ji Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê Cemîl Aksû, solîstê Grûp Vardiya Rûşa Sabûr, ji ESP’ê Aydin Kiliçdere, Alî Haydar Saygili, Huseyîn Îldan, Cemre Nayir û Eylul Devrîm Altepe.
 
Li gorî agahiyan ji Partîzan, TOP, Sekna Şoreşger a Proleter û Kaldiraçê jî gelek kes hatin binçavkirin.