ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2025'AN

  • 09:00 20 Nîsan 2025
  • Rojev
 
* Têkoşîna li dijî bername û rêzefîlmên medyaya alîgir ên bandoreke neyînî li ser exlaqên civakê dikin, divê li hemû warên jiyanê belav bibe. Ev helwest divê her tim dewam bike, bi taybetî li dijî  şova medyaya alîgir a ji bo reytîngê. MEDYA KRÎTÎK
 
* Dêra Germuş a aydê Ermeniyan e û li taxa Germuş a navçeya Xeliliye ya Rihayê ye, her diçe tune dibe. Di 2011’an de bi biryara lijneya wezîran dêr wek ‘navenda Pêşketina Turîzmê’ hat îlankirin lê tevî 14 sal derbas bûye hîna tu xebat nehatiye kirin. DÎMEN HEYE 
 
* Endama Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Adîle Salman da zanîn ku divê ji bo hemû girtiyan biryara taloqkirina înfazê pêk bê û ji bo vê divê Lijneyên Şopandina Îdarî bên rakirin û ATK bi daneyên zanistî bigihêje armancê.  DÎMEN HEYE 
 
* Hevseroka DBP’a Wanê Gonul Uzunay der barê pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de nirxanidn kir û got divê hemû alî xwedî li pêvajoyê derkevin û got: “Hemû gel 26 sal in di bin tecrîda giran de ne. Divê destê Birêz Ocalan bê xurtkirin.”
 
 DÎMEN HEYE