Xizmên girtiyan: Em wekheviyê dixwazin

  • 09:02 19 Nîsan 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
WAN - Xizmên girtiyan derbarê hevdîtina heyeta Îmraliyê ya ku wê bi wezareta dadê re pêk bîne axivîn û gotin: “Çend caran sererastkirina înfazê pêk hat lê girtiyên siyasî ji vê fêde negiritn. Em dixwazin girtiyên siyasî jî bikevin çavçoveya sererastkirinan. Em azadiya Birêz Ocalan û hemû girtiyan dixwazin.”
 
Piştî banga "Aştî û civaka demokratîk" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan kir şûnde PKK’ê biryara agirbestê girt. Hîna ji aliyê desthilatdariyê ve gavek nehatiye avêtin û bendewariyên rayagiştî zêde bûn. Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi wezareta dadê re xwe amade dike.
 
Beriya hevdîtinê xizmên girtiyên nexweş daxwazên xwe anîn ziman.
 
‘Bi zarokên min re travma ava bû’
 
Hevjîna girtî Avdel Sayin yê ji 2022’yan de heta niha li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiye, Semîra Zelal Îlter da zanîn ku dosya der barê hevjînê wê de ji salên zanîngehê maye dema ku bê tayînkirin ceza hatiye erêkirin. Semîra Zelal Îlter da zanîn ku zarokên wê hene û hevjînê wê sê sal û nîve girtiye. Semîra Zelal Îlter wiha got: “Ez bi zor û zehmetiyan diçim girtîgehê. Ji ber girtina hevjînê min zarok^ne min di alî psîkolojîk de bi bandor dibin û travma ava bû.”
 
Surgunê girtîgehek din kirin
 
Semîra Zelal Îlter wiha vegot: “Ez îro çûm hevdîtinê lê hevjînê min surgunê Edenê hatiye kirin. Bêyî agahî bidin surgunkirin. Ji xwe cezayê hevjînê min nemaye. Surgunkirin ji bo me nebaş bû. Em zehmetiyan dikşînin. Qe nebe em mehê carê diçûn zarokên min bavê xwe didîtin. Ez bi piştgiriya malbata xwe debarê dikim. Zarokên min biçûk nikarim bixebitim.”
 
‘Pirsgirêka derman û dermankirinê dijî’
 
Semîra Zelal Îlter wiha daxuyand: “Hevjînê min li girtîgehê pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Pisgirêka dil dijî. Pirsgirêka derman û dermankirinê dijî. Em nizanin nexweşiy wî çiye. Dema çûm hevdîtinê destê wî her tim li ser dilê wî bû."
 
‘Divê sererastkirin hemû girtiyan bihewîne’
 
Semîra Zelal Îlter der barê hevdîtina wê bi wezareta dadê re bê kirin de axivî û got: “Destê xwe bidin ser wijdana xwe. Em dixwazin zaorkên me jî azad bibin. Em vê zilmê êdî qebûl nakin. Em her tim aştiyê dixwazin. Bila kes neyê giritn. Dema zarokên xwe dibim girtîgehê psîkolojiya wan xera dibe. Bila ev sererastkirinên tên kirin girtiyên siyasî jî bihewîne.”
 
‘Bi şer tu tiştek nayê bidestxistin’
 
Ayşe alici jî daxuyakirin ku kurê wê Tarik Alici 10 sale girtiye û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Ayşe Alici ev tişt anî ziman: “Kurê min li Silîviriyê bû. Surgunê Balikesîrê kirin. 8-9 salan li wir ma. Çend mehe surgunê Burdurê kirine. Ji ber dure emnikarin her tim biçin. Ez îsal çûm.Hêviya me aştiye. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Wê ev şer heta kengê bidome. Bila Birêz Ocalan û girtî azad bibin. Em bi şer tu tiştekî nikarin bidest bixin. Tu sûcê kurê min tunebû. Dema zanîngeh dixwend hat giritn. Bi salane girtiye. Bila hemû girtî bên berdan. Tu sûcê wan tuneye.”