
Bang mudaxaleyek şoreşgerî ya li dijî vê pêşketinê ye
- 09:06 13 Nîsan 2025
- Ji Pênûsa Jinan
“Piraniya kesên pêvajoyê erênî an jî neyînî dinixînin, dispêrin zemîna konjonkturel a pragmatîst. Lê banga serokatiyê stratejiya jiyana civakî ye. Her kesê pirtûka modernîteya kapîtalîst xewndiye wê bibînin ku ev ne konjonkturel û pragmatîst ne jî peymanek siyasî ye.”
Zerrîn Yilmaz
Banga serokatiyê di rihê me de pêl afirandin. Wêneyê piştî salan hat kelecan afirand. Kêfxweşiya ji destpêka pêvajoyeke nû..Hestên pêl bi pêl hat afirandin. Hest, kelecan, bîranîn xeyal heman demê de bi hev re hatin jiyîn. Ferqa herî taybet ev bû baeri;tu kestî desthilatdarî nedianî bîra mirovan. Bêyî szên desthiladariyê her hest hatin jiyîn.
Der barê pêvajoyê de şîroveyên cuda tên kirin. Gelek fikrên cuda dertên holê. Beguman di van nirxandinan de bi qasî para rihê pêvajoyê xweserbûna rêbazê jî girîng bû. Aliyên pêvajoyê di îfadeya guherîna paradîgmayê de cih digire. Bang bi qasî mudaxaleyek radîkal û stratejîk bû, ji bo civaka Rojhilata navîn jî rêbazek nû bû. Ev rêbaz ji bo paradîgma nû bê fêmkirin, dîtina sedemên şerê Rojhilata navîn û ji kê re xizmetê dike, têr dike.
Rojhilata Navîn di bin dîlgirtina nasmeyên cuda û netew-dewletan de ye.Mirov wek kes yeke lê wek civak nasname ye. Erdnîgarî çand û demê diafirîne, nasnameyê ava dike. Di xwezaya civakan de têkiliya sîmbiyotîk û qebûlkirin heye.
Di esasa şerên heyî de nasname hene. Ev nasname ne nirxên civakê, projeya siyasî ya emperyalîzmê ne. Civakan tu carî nasnameyên di bin sedema şer neafirandine. Îro jî sînorên erdnîgariyan bixwe re ne hezimandiye. Avabûnên nasnameyên girtî parçebûn, esas girtine deriyên projeyên yekparêziyê heta dawî vekirine.
Banga serokatiyê tam jî di vê nokteyê de wateyek dîrokî derdixe holê; Bang mudaxaleyeke şoreşger ali dijî vê pêşketinê ye. Paradîgma civaka demokrtîk ji nûve wateyê bidest dixe.
Di demên dawî de gotinên wekê ‘cîran hewcedarê koza cîrana ne’ ji nû ve wateyê qezenc dike. Mirovahiyê bi agirê ji cîranên xwe girtine ocaxa xwe xwedî kirine. Xwê di dema xwe de baharata herî bi nirx bûye. Di çîrokan de hatiye vegotin ku ya herî zêde hatiye parvekirin xwê ye. Orjînala çîrokê aydê kîjan gelane nayê zanîn ji ber hemû zarok bi heman çîrokan mezin bûne. Bajarek xwedî gelek çand, bawerî û zimanan e. Çemek ji ber deriyê me hemûyan derbas dibe.
Em ji vir dinêrin û fêm dikin ku netew,ol an jî rêbazek din nebû çareseriya me. Yekane çareserî civaka demokratîke. Ev beriya her tiştî xurtbûna jinê ye. Ji ber serokatî dibêje ‘ya civak afirandiye wek pîrozî aydê jinê ye’. Her tim jinan winda kir. Ya rast di hîmê nasnameyên siyasî çanda destdirêjiyê heye. Jin bi vê re hatin rû hev. Jin çanda destirjiyê baş nas dike.Afrînerê civaka demokratîk jî ji ber vê jinin.
Piraniya kesên pêvajoyê erênî an jî neyînî dinixînin, dispêrin zemîna konjonkturel a pragmatîst. Lê banga serokatiyê stratejiya jiyana civakî ye. Her kesê pirtûka modernîteya kapîtalîst xewndiye wê bibînin ku ev ne konjonkturel û pragmatîst ne jî peymanek siyasî ye.
Herî dawî vê îfade dikim; ji tiştên hatine fêrbûn veqetîn hesta valahiyê diafirîne. Lê her ku em guherîna civakê difikirin em kelecanî dibin. Tiştên em dibên piştî şoreşê di esasê de em îro dikin. Ev têkeoşîna û avakirina civaka demokratîk komunal e. Hêvîdarim vê yekê her kes hîs bike.
Girtîgeha jinan a Sîncanê.