
Çîrokên 10 girtiyên jin, bi navê ‘Çîrokên jinên di zindanan de’ derket
- 09:04 13 Nîsan 2025
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
AMED-Çîrokên ku 10 girtiyên jin li girtîgehan nivîsabûn bi navê ‘Çîrokên jinên di zindanan de' derket. Nivîskar Roza Metîna ku amadekariya pirtûkê kir, da zanîn ku berhem li girtîgehan di bin şertên giran de derketine û ji ber vê jî banga xwedîderketina li berhemên zindan kir.
Çîrokên ku 10 jinên girtî li girtîgehan nivîsîne bû pirtûk. Pirtuk bi hevkariya Komîteya Jinan a Kurd Pen, MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurd a Amedê, Federasyona Komeleya Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan a Amedê ve hat amadekirin. Pirtûk ji weşanên Aramê bi navê ‘Çîrokên Jinên Di Zindanan De’ derket. Rojnameger û nivîskar Roza Metîna amadekariya pirtûkê kir. Edîtoriya pirtûkê ji aliyê Enîse Şîrîn û Roza Metîna ve hat kirin. Pirtûk ji 112 rûpelan pêk tê û di heman demê de nivîsa destan a jinan jî di vê pirtûkê de cih girtin.
Jinên di pirtûkê de cih digirin û çîroka wan
Jinên di pirtûkê de cih digirin û çîrokên wan :Besê Ozer (Şiyar), Fatma Ozbay (Mirî Birîndar Nabin), Xanim Yildirim (Xezal û Av), Leyla Saraç (Zerya-Karwanê Meytan), Medya Yaklav (Mişkê), Melîke Kaya (Welatek), Mizgîn Ronak (Çîroka Duyem), Mulkiye Dogan (Hespên Hêviyê), Necla Yildiz (Rêwîtî), Suheyla Taş (Ji Xweliyê).
Roza Metîna der barê naverok, amadekirin û girîngiya pirtûkê de axivî.
‘Ji bo xwedîderketina li vê kedê me xebatek wisa kir’
Roza Metîna behsa girîngî û taybetiya çîrokan kir û got: “Çîrok di wêjeyê de cihekî girîng digirin. Li ser ziman û wêjeyê cihekî girîng digire. Di jiyana jinan de cihekî girîng digire. Ji ber vê divê jin her tim çîrokan binivîsin. Çîrok di dîrokê de jî cihekî girîng digire. Ev pirtûka çîrokên jinên girtî ji ser çar saziyan hat amadekirin. Pirtûk bi hevkariya Komîteya Jinan a PENa Kurd, MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurd a Amedê, Federasyona Komeleya Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan a Amedê ve hat amadekirin. Amadekariya pirtûkê min kir. Dema çîrok ji girtîgehê dihatin min derbasî kompîturê kir. Edîtorî û redaksyon jî min kir. Di heman demê de Enîse Şîrîn jî edîtorî kir. Wêneyekî ku rojnameger Gulçîn Şanli xêz kiriye jî di çîrokê de cihê xwe digire. 11 çîrok di vê berhemê de hene. Ev çîrok ji aliyê 10 jinan ve hatine nivîsin. Ji bo em xwedî li vê kedê derkevin me xebatek wisa kir. Wê hem di dîrokê de cihê xwe bigire hem jî wek arşîv bimîne.”
‘Ev berhem wê ji girtîgehan re jî bê şandin’
Roza Metîna daxuyakirin ku ev çîrok di bin şertên zehmet de hatine nivîsin û wiha dirêjî dayê: “Jin li girtîgehan di şertên zehmet de wêjeya xwe diafirînin. Ji ber vê gelek bi nirx e. Ev peywirek civakî wijdanî ye. Me çîrokên jinên girtî di pirtûkekê de tomar kir. Di pirtûkê de nivîsên destan jî cih digirin. Ev xebatek hevpar e. Hinek nivîskarên van çîrokan niha ji girtîgehê derketine. Xanim Yildirim, Melîke Kaya û Mizgîn Ronak derketine. Agahiya wan ji vê pirtûkê heye. Wan jî kêfxweşiya xwe anîn ziman. Em ê vê pirtûkê bişînin girtîgehan jî. Em ê rojên îmzeyan pêk bînin.”
Banga xwedîderketinê’
Roza Metîne banga xwedîderketina li pirtûkê kir û wiha vegot: “Li zindanan berxwedanek hevpar a jinan heye. Li dijî zîhniyeta serdest a mêr berxwedanek heye. Yek ji armanca derxistina vê pirtûkê ev bû ku hêza pênûsa jinê derkeve holê. Em dixwazin gelê Kurd xwedî li berhemên jinên di zindanan de derkeve. Ji ber di şertên zor û zehmet de dinivîsin. Ji ber vê ez banga xwedîderketinê dikim.”