
Di medyayê de rewşa keda jinê!
- 09:03 13 Nîsan 2025
- Medya Kritîk
NAVENDA NÛÇEYAN-Nêzîkatiya çapemeniyê ya li hember jinan, çawa cih didin jinan. Em her roj bi hezaran mînakên ku mirovan nerehet dikin dibînin. Çapemeniya alîgir li şûna va nûnerên jin yên mirovan nerehet dikin sererast bikin ya nû lê zêde dike û li hemû qadan vê didomîne. Di nûçeyên aboriyê de van gotinan bi kar tînin û gotinên ku serkeftina jinan dadixînin asta herî jêr bi kar tînin.
Serkeftinên jinan ên di warî aborî de nayên qebûlkirin. Serdestiya mêr di qebûlkirina vê de zehemtiyan dikşîne ku çapemenî jî vê ji aliyê herî nerm ve vedibêje ku mêr zêde bi bandor nebe. Em li nûçeyên aboriyê ku tê de jin cih digirin dinêrin. Ji wê serkeftinê re her tim sedem tê dîtin. Ji derfeta ji dewletê girtiye, krediya ji bankayê kişandiye, bi şansê ji hevjîn, dayik û keça xwe girtiye, bi ser ketiye.
Çepemenî ji ser van ‘jinên ku îlhamê didin’ serkeftinê dibiriqînin û paçeyekê ava dikin. Lê ya di vê paçeyê de derdikeve pêş ne hewldana jinan e. Derfeta ji jinan re tê pêşkêşkirin, qada hatiye vekirin di manşetan de cihê xwe digire. Yek ji aliyên ku li dijÎ binpêkirina keda jinê, bêyî sîgorte xebitandin bêdeng dimîne çapemeniya hewzê ye. Çapemenî vîtrîna xwe li ser jinên ku keda wan tê binpêkirin, wek hêza erzan a kar tên bikaranîn, ava nake.
Jinên serkeftî çawa bi ser ketin?
Çapemenî jinên dibîne çawa nîşan dide, der barê jinên ‘serkeftî’ de çawa manşetan davêje. Rojnameya Vatanê manşetên wekê ‘ li Sêwasê jina hewldêr karê xwe ava kir! bi çîroka xwe ji bo jinan bû îlham’ nûçe weşand. DHA’yê bi gotin a’koperatîfa jinan a bazirganiya hepsîburada, e-tîcaret hejmara xwe ji jinên hewldêr re vekir’.Ekotreng manşetên wekê ‘mexazeyên Turk Telekomê deriyên xwe ji jinan re vedike’ davêje. Ev tenê çend mînakin. Di pranî manşetan de ij serkeftina jinan wêdetir yên wê serkeftinê peyda dikin dertên pêş.
Kîjan serkeftin
Çapemeniya alîgir ya tu serkeftina jinê qebûl nake, derfet û îstîhdama ku pergala hevserokatiyê ji jinan re vedike, qet nabîne. Bi vê jî sînor namîne, saziyên bi qeyûman tên girtin jî nabîne. Lê îradeya jina ku bi hilbijartinê bidest xistiye ji îradeya jina ku bi hîbeya ji dewletê girtiye û otel vekiriye, ne bênirxtir e.