
Li Colemêrgê mirina bi gûman a jinekê
- 13:03 12 Nîsan 2025
- Rojane
COLEMÊRG - Hamide Değirmenci li Colemêrgê di bin şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin.
Hamîde Degîrmenci ya 55 salî li baxçeyê mala xwe di nav daran de mirî hat dîtin. Hat diyarkirin ku bûyer di saetên serê sibê de li taxa Medrese ya navenda Colemêrgê qewimiye.
Xizmên Hamîde Degirmencî ku cenazeyê wê dîtin , agahî dan ekîbên tenduristiyê û polîsan. Li ser vê yekê gelek ekîbên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Dema ekîbên polêsan li cihê bûyerê lêkolîn dikirin, ekîbên tenduristiyê tespît kirin ku Hamîde Degîrmencî jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Hamîde Degîrmencî ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê ku sedema mirina wê bê diyarkirin.
Hat ragihandin ku der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.