MKG: Em pênûsa hevrêyên xwe li erdê nahêlin

  • 14:58 6 Nîsan 2025
  • Rojane
 
 
AMED - MKG'ê da zanîn rojnamegerên ku ji berê ve li pey heqîqetê ne û hemû ezmûnan weke pêwîstiya rojnamegeriyê ji raya giştî re ragihandin, bûne hedefa êrîşan û got ew ê li dijî êrişan pênûsa hevrêyên xwe li erdê nahêlin.
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi wesîleya 6’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin li ser hesabê xwe yê twittirê daxuyaniyek belav kir. MKG'ê diyar kir ku kesên ku rojnameger qetil kirin jî dixwazin rê li ber ragihandina heqîqetê bigirin, lê ew wek Çapemeniya Kurd nivîsandina rastiyê didomînin.
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:" Rojnamegerên ku ji berê ve li pey heqîqetê ne û hemû ezmûnan weke pêwîstiya rojnamegeriyê ji raya giştî re ragihandin, bûne hedefa êrîşan. Tenê di deh salên dawî de li cîhanê 12 rojnamegerên jin dema xebatên xwe yên rojnamegeriyê dikirin hatin qetilkirin. Ji van 6 rojnamegerên jin rojnamegerên çapemeniya Kurd in ku li Kurdistanê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin.
 
Em pênûsa hevrêyên xwe li erdê nahêlin 
 
Kesên ku rojnameger qetil kirin jî dixwazin rê li ber ragihandina heqîqetê bigirin, lê em wek Çapemeniya Kurd nivîsandina rastiyê didomînin; Em ê li ser şopa Denîzan û Nûjiyanan têkoşîna xwe berfireh bikin. Em ê pênûs û kamerayên hevrêyên xwe yên hatine qetilkirin li erdê nehêlin."