Kariane Westrheim: Divê Tirkiye şertên ewlehiyê ava bike ku kongre pêk were

  • 09:05 5 Nîsan 2025
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE -  Seroka EUTCC Prof. Kariane Westrheim banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got, "Tişta herî mezin a birêz Ocalan ew e ku li şûna ku bêje wê bi vî rengî pêk were, dibêje 'Ez vê pêşniyarê dikim, lê divê her kes li ser vê yekê biryarê bide'. Divê Tirkiye bi vî rengî bersiva bangawaziyê bide. Divê Tirkiye şertên ewlehiyê ava bike ku kongre pêk were."
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ku weke "Banga Sedsalê" tê binavkirin, kir. Tevî ku mehek derbas bû jî hê ji aliyê Tirkiyeyê ve ti gav nehatine avêtin, ji bo afirandina şert û mercên lidarxistina kongreya PKK'ê ti gav nehatine avêtin. Dema ku Serokomar Tayyîp Erdogan îşaret bi geşedanên piştî eydê dike û raya giştî bi rojeva CHPê û parêzgeran hewl dide balê bikişîne, civaka navneteweyî û gelên Tirkiyeyê jî ji bo hukûmetê banga tevdîran dikin.
 
Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) Kariane Westrheim ku berê li ser pêkanîna mafê hêviya Abdullah Ocalan, xwediyên Xelata Nobelê bi rêxistin kiribû derbarê pêvajoya dawî de nirxandinan kir.
 
'Daxwaza sereke azadiya birêz Ocalan e'
 
Kariane Westrheim da zanîn axwaza sereke azadiya birêz Ocalan e û wiha got:"Konferansa ku ji aliyê Kurdan ve hat lidarxistin gelek xweş bû û di çarçoveya tiştên ku niha li Tirkiye û Sûriyeyê diqewimin de hat lidarxistin. Ji DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed jî axaftin kirin. Ew pir baş bû ji ber ku wan nihêrînek li ser tiştê ku niha diqewime dan. Mirov ji ber pêşketina pêvajoyê pir bi endîşe û meraq in û hê jî gelek pirs bêbersiv mane. Ji tiştê ku em fam dikin ew jî li bendê ne, nêrînek giştî heye, ku pir baş bû. Di heman demê de gelek dilşad bû ku hejmareke mezin ji parlementerên Parlementoya Ewropî amade bûn û gelek ji wan baş fêm kirin ku çi diqewime. Ji ber vê yekê em tenê hêvî dikin. Her wiha di daxuyaniya dawî ya konferansê de bang hat kirin û hat gotin ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên kurd ên li Iraqê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û divê dest ji wezîfedarkirina qeyûman a ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve bê berdan. Di dawiyê de me daxwaz kir ku ji bo pêşdebirina vê pêvajoyê demildest tedbîrên siyasî û hiqûqî bên girtin û ji bo me azadî şertê her tiştî ye. Ger gav bên avêtin û ev daxwaz bên bicihanîn, ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahiya herêmê wê gelek watedar be. Ji ber vê yekê ew pir girîng e. Daxwaza sereke azadiya birêz Ocalan e. Divê azadiya wî hebe ku bi hevkarên xwe yên siyasî bi PKK’ê re biaxive. Lewma pêwîstî bi lidarxistina kongreyê û tedbîrên ewlehiyê heye. Lê di vê mijarê de hê jî tu bersivek ji Tirkiyeyê nehatiye dayîn."
 
'Bila Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin'
 
Kariane Westrheim bi lêv kir ku wan banga naskirina ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine û wiha pê de çû:"Em bang li Yekîtiya Ewropayê dikin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike. Ev yek ji bo başkirina pêvajoyê yan jî rewşa Sûriyeyê ji bo kurdan bi temamî pêwîst e, pêwîst e piştevaniya vê yekê bikin û bi lezgînî biryara Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan li ser dosyaya birêz Abdullah Ocalan bê cîbicîkirin û dîsa hemû mekanîzmayan ji bo bihêzkirina pêvajoya çareseriya siyasî ji kêşeya niha, Rojhilata Navîn û ya ku niha li Tirkiyê diqewime bi kar bînin. Her wiha gelek girîng bû ku me bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku PKK, Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya terorê derxîne û ji bo projeya ku berdewam dike sînyalên erênî bişîne. Bi dîtina min tiştê ku Yekîtiya Ewropayê dikare bike û divê pêşî li vê yekê bigire ev e.  Lê belê, ji ber ku civaka navneteweyî û rêxistinên sereke pir bêdeng in, em nizanin ka ew ê bi rastî gav bavêjin an na. Ew xala sereke bû, lê di dawiya konferansê de me bangeke din kir ku piştgiriya pêvajoya aştiyê bikin. Me civîneke çapemeniyê li dar xist. Min di destpêkê de ji bîr kir ku bêjim, kesên ku me bi wan re civîna çapemeniyê pêk anî jî ji bo konferansê hatibûn vexwendin.  Du xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê Sirîn Ebadî û Jody Williams ên ji DYE'yê axaftinên pir baş kirin. Her kesî û bi taybetî jî Şîrîn bi tundî li ser vê pêvajoyê axivî. Ev pir, pir erênî bû. Piştre, me civîneke çapemenî ya kurt li dar xist û banga piştgirîkirina pêvajoya aştiyê kir.  Bê guman ev bangek e ji bo xurtkirina pêvajoya ku niha tê meşandin. Piştî 27'ê Sibatê û heta niha zêdetirî 270 xwediyên xelata Nobelê ku 4 ji wan di serê lîsteyê de ne, ji hemû pîşe û koman, siyasetmedar, serokên berê yên dewletan, akademîsyen ev bang îmze kirine. Gelek sendîka jî hene. Ez difikirim ku dê bêtir rêxistinên sivîl hebin ku dê piştgiriyê bidin bangê. Ev bang ji aliyê xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Jody Williams ve hat xwendin. Bi gotineke din, gelek tiştên erênî di heman demê de diqewimin û berdewam dikin hene. Ev cihê hêviyê ye."
 
'Pêvajoyek rast a muzakereyê pêwîst e'
 
Kariane Westrheim diyar kir ku pêvajoyek rast a muzakereyê pêwîst e û wiha got:"Em bi rastî li benda bangê bûn ji ber ku demek dirêj li ser dihat axaftin, ji ber vê yekê her kes li bendê bû. Em fikirîn ku dema bang hat, pêvajo dê zelaltir bibe. Lê her ku dem derbas bû, min dît ku ev bang ji peyvên nivîskî zêdetir bû. Ez difikirim ku ew bangek pir baş bû û ez kêfxweş bûm ku min dît ku bêçekkirin mijara sereke bû û dê şer bi dawî bibe. Dibe ku peyama sereke ev bû, lê divê ez vê yekê jî bibêjim ku ez ditirsiyam ku bûyer bileztir bibin, tişt zû bimeşin, ku Kurd tiştên ku Tirkiye dixwest an jî daxwaz dikin bêyî ku di berdêlê de tiştek bistînin qebûl bikin.  Ji ber vê yekê min dît ku daxwazên tedbîrên hiqûqî, siyasî û ewlehiyê pir xurt in. Kurd jî di van mijaran de peyamên pir xurt didin û ez wisa dibînim ku ev yek pêwîst e. Ez jî wisa difikirim ku di pêvajoyên bi vî rengî de pêvajoyek rast a muzakereyê pêwîst e. Li gorî min divê aliyek sêyemîn hebe, lê Tirkiye partiya sêyemîn naxwaze. Naxwazin kesên derve bi tu awayî tevlî bibin. Dixwazin bi tenê bihêlin ji ber ku wê demê dikarin pêvajoyê dîktator bikin, lê divê çavdêrek hebe, kesê ku li pêvajoyê temaşe bike hebe, aliyek hebe ku bi îmze û belgeyan pêvajoyê ewle bike.  Lêbelê, pêvajo hîn ne di wê xalê de ye. Dibe ku ji me re demek dirêj bigire ku em biçin wir, lê ez difikirim ku ew pir girîng e. Dîsa jî nîşaneya hêviyê heye, dibêje demeke krîtîk e, lê niha hêviyek heye û ez difikirim ku Tirkiye gavekê neavêje jî ev pêvajo dest pê kiriye û êdî nayê rawestandin. Ji bo rawestandina wan, dê rê dijwar be û dê gelek kevir hebin, lê nayên rawestandin. Dê bi vî awayî berdewam bike. Helbet divê civaka navneteweyî, saziyên mezin ên wek YE û dewlet bikevin dewrê û bi rastî dakevin qadan û bêjin êdî bes e; Divê were gotin, 'Na, divê em ji bo aştiyê em rêya xwe bidomînin. Divê em ji bo aştiyê li Tirkiyeyê rêya xwe bidomînin.' Divê zû yan dereng guhertinek çêbibe."
 
'Divê Tirkiye vê gavê bavêje'
 
Kariane Westrheim da zanîn ji bo pêvajoyê divê Tirkiye gavê biavêje û wiha got:"Beriya her tiştî divê birêz Ocalan azad bibe, ji ber ku nayê qebûlkirin ku lîderekî siyasî di girtîgehê de bê îmkana danûstandin û diyalogê bi heval û endamên partiya xwe re, bi taybetî jî bi PKK’ê re, di girtîgehê de bê hiştin. Ji ber vê yekê ez difikirim ku ev şertek pêdivî ye. Divê Tirkiye vê gavê bavêje. Ev yekem e. Ev şertek pêdivî ye. Û helbet divê vê kongreyê bicivîne û li ser vê pirsê gotûbêj bike û bibîne ka hevalên wî li ser vê mijarê hemfikir in yan na, ji ber ku divê di derbarê rewşê de nêrîn û biryarek hevbeş hebe. Tişta herî xweş a birêz Ocalan ew e ku ji dêvla ku bibêje dê bi vî awayî bibe, dibêje, ez vê yekê pêşniyar dikim, lê divê her kes vê biryarê bide.  Ji bo vê jî divê pêşî li vê pêvajoyê peyamekê bidin. Ev şêwaz ne ya ku Tirkiye dixwaze ye, ji ber ku ew daxwaz dikin ku ji nişka ve bêçek bibin, tenê çekên xwe deynin; Ji bilî çareseriya hemû pirsgirêkê bi yekcarî û azadiya aliyên din tiştekî din pêşkêş nakin. Lê her kes, civaka navneteweyî jî di nav de, dizane ku ev yek ne mumkin e, ji ber ku bêçekkirin divê beşek ji danûstandinan be. Yanî bêyî vê kongreyê û bêyî ku Tirkiye van tedbîrên ewlehiyê bigire ne pêkan e. Ji ber vê yekê zexta derve li ser Tirkiyeyê ji her demê bêhtir pêwîst e û divê êdî ev yek hêsantir bibe ji ber ku Tirkiye hem li hundir hem jî li derve gelekî lawaz bûye. Li derveyî welat jî gelek pirsgirêk hene. Ji ber vê yekê, ez difikirim ku divê bi Tirkiyeyê re rûbirûbûn û gotûbêjkirina vê pêvajoyê hêsantir be. Tenê divê em rûnin û biaxivin û hêvî bikin ku kesek rabe ser xwe û bi Tirkiyê re rû bi rû bimîne û bêje 'Êdî bes e'. Di vê qonaxê de ne pêkan e ku meriv li ser vê yekê tiştekî bibêje, lê dîsa jî ez bawer dikim ku tiştek dest pê kiriye. Me hîn dawiya vê yekê nedîtiye ji ber ku ne mimkûn e ku meriv wiya wekî xwe bimeşîne, lê heke tiştek dest pê kir, wekî ku min got, hûn nekarin wê rawestînin."
 
'Yên ku wê vê pêvajoyê heta dawiyê bibe kurd in'
 
Kariane Westrheim anî ziman ku yên ku wê vê pêvajoyê heta dawiyê bibe kurd in û wiha bi dawî kir:"Ez tenê bibêjim ku ez ji saziyên kurdan pir û pir bi bandordar im. Belê, PKK, tevgera kurd, rêxistina jinan e jî, van hemûyan û tiştên ku kirine û bi dest xistine pir girîng in. Hemî saziyên xebatê ew qas çalak in. Yanî yên ku wê dawî li vê pêvajoyê bînin kurd bi xwe ne. Ev ne karê Tirkiyê ye, ji ber ku em dibînin Tirkiye neçar e û divê  li ser masê rûne, lê kurd ji bo vê yekê pir amade ne. Jixwe gelek rêxistinên wan ên baş, sîyasetmedar û berdevkên baş, rojnamevanên mîna we hene... Ji ber vê yekê ez bi rastî bi bandordar im û ev yek gelek enerjiyê dide min ku ez bi we re bim, pêvajoyê bişopînim û bi we re xebata xwe bidomînim, bi qasî ku ji destê min tê ez hewl didim ku piştgiriyê bidim. Lê yê ku wê vê pêvajoyê heta dawiyê bibe kurd in."