
'Divê ji bo azadiya Rêberê xwe em li berxwe bidin'
- 09:37 4 Nîsan 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtine 4'ê Nîsanê pîroz kirin û wiha gotin:"Divê tevahî jin li gor felsfeya Rêbertî xebatê bikin, gotinên Rêbertî nas bikin, raman û perspektîfên wî ji xwe re esas bigirin."
Îro 4'ê Nîsanê 76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Amadekariyên ji bo 4’ê Nîsanê bi rojan berê hat kirin û gelek kes ji bo pîrozbahiyê herikîn Amara û Xelfetiyê. Bi meşa ji Amedê ber bi Amarayê ve jî hat lidarxistin bi kelecanek mezin hat pêşwazîkirin. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo 4'ê Nîsanê çalakiyên curbecur hatin lidarxistin. Bi taybet jinên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtine bi kelecaneke dinê 4'ê Nîsanê pêşwazî dikin.
Bi munasebeta 4'ê Nîsanê 76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayikên ku Abdullah Ocalan dîtine hest û nêrînên xwe anîn ziman. Jinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtine 4'ê Nîsanê pîroz kirin û wiha gotin:"Divê em li Rêberê xwe xwedî derkevin û ji bo azadiya wî li berxwe bidin."
'Em ê her di riya Rêbertiya xwe de bimeşin'
Dayika bi navê Wîdad Mihemed Naso ku sê caran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye bi temenê xwe 83 salî ye. Wîdad Mihemed Naso da zanîn ew ê her tim felsefeya Abdullah Ocalan biparêzin û wiha got:"Em 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêbertî, li rêberê xwe Abdullah Ocalan pîroz dikin. Min sê caran Rêbertî dît. Di civînê de Rêbertî wiha digot, 'Divê mirov dema bijî di riyên azad û paqij de biçin. Riyên ne rasteqîn ji xwe re nepejirînin ji ber ku em azadî û mafê xwe dixwazin'. Me jî îro wekî dayikan gotinên Rêbertî hemû di bîr û baweriya xwe de bi cih kiriye. Em li ser wan gotinan têkoşîna xwe didin dewamkirin. Em ê her di riya Rêbertiya xwe de bimeşin. Her wiha rêbertî digot, 'Di nava malbatekê de dema îtifaq hebe wê di nava civakan de yekser îtifaq were avakirin. Wê demê tu dewlet bi wê civakê wê nikaribe. Her wiha gotin û sincên baş mirov digihîne encamên baş.'"
'Rêbertî bi felsefeya xwe her netew hembêz kir'
Wîdad Mihemed Naso bi lêv kir ku Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe hemû netew di nava xwe de hembêz kiriye û wiha pê de çû:" Di roja me ya îro de di navbera civak, ol û netewan de cudahî tên avakirin. Lê belê Rêbertî bi felsefeya xwe hemû netew di nava xwe de hembêz kir. Her wiha ji ber ku Rêbertî li hember zilm û kedxwariyê serî rakir, bû sedem ku gelek civak serî li hember zordariyê rakin. Dewleta tirk jî gelekî zilm û zordestî li me kurdan kiriye loma jî yên ku wê têk biçin di serî de dewleta tirk e."
'Bi peyama Rêbertî em gelek kêfxweş bûn'
Wîdad Mihemed Naso têkildarî banga Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" de jî wiha got:" Bi peyama Rêbertî em gelek kêfxweş bûn.
Me gelek tişt ji wê peyamê fêm kir. Dema Rêbertî banga danîna çekê kir wê demê mebesta Rêbertî sekna li hember xwînrijandinê bû. Ji bo di nava cîhanê de azadî û aştî were belavkirin Rêbertî û Gelê Kurd li berxwe dan. Em ne zalim in. Heta ez li vê dinyayê sax bim ez ê di riya heqiyê de bimeşim."
'Em ê Rêberê xwe ji zindanê derxin'
Wîdad Mihemed Naso da zanîn ew ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan li berxwe bidin û wiha pê de çû:"Hemû gotinên Rêbertî ji bo cihê çareseriyê ye. Loma 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêbertî ji bo me girîng e. Rêbertî ji bo hemû civakên di bin zordestiyê de dijîn projeya xelasiyê pêşkêş kiriye. Rêberê me ev bû 26 sal in di nava girtîgeha Îmraliyê de tê girtin. Rêberê me li gor temenê xwe yê mezin divê bê berdan. Em ê Rêberê xwe ji zindanê derxin. Em mafê xwe dixwazin."
'Rêbertî bi axaftina xwe mirov radike astên bilind'
Di heman demê de dayika bi navê Fatmê Xilo ku wê jî sê caran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye wiha got:" Îro bi gotin û perspektîfên Rêbertî em gihiştin vê astê. Wê demê bi dîtina Rêbertî ez gelekî kêfxweş bûm. Wê demê hunermend Aram jî hatibû. Min berê Rêbertî li ser riya Şamê dît. Her wiha taxa Hemdaniyê ya Helebê jî min ew dîtibû. Em bi hev re civiyan. Rêbertî bi axaftina xwe mirov radike astên bilind. Kurê min Akif beriya girtina Rêbertî tevlî nava şervanên azadiya Kurdistanê bû. Dawiyê kurê min Kanî jî tevli nava refên azadiya Kurdistanê bû. Lê belê piştre kurê min Akif ket nava refên nemiran. Ez bi zarokên xwe serbilind im."
'Divê em jî layiqî keda Rêberê xwe derkevin'
Fatmê Xilo da zanîn ji bo ew layiqî keda Abdullah Ocalan derkevin jî têdikoşin û wiha dewam kir:" Min hemû gotinên Rêbertî di mejiyê xwe de bi cih kir. Bi saya Rêbertî em ji bin destan derketin. Salên dirêj min dest bi xebatê kir. Ji bajarê Reqa,Tebqa û Kobanê heya ber bi bajarê Efrînê ve min bê navber xebat kir. Me li dengê heval Bêrîtan guhdar dikir. Rêbertiya me ji bo me ked û têkoşîna bê navber da meşandin. Divê em jî layiqî keda Rêberê xwe derkevin. Em careke dinê dibêjin 4'ê Nîsanê li Rêberê me pîroz be."
'Divê ji bo azadiya Rêberê xwe em li berxwe bidin'
Fatmê Xilo da zanîn piştî ku ew tevli civînên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû şûnde bû xwediyê hişmendiyeke hîn pêşketî û wiha bi dawî kir:"Dema ez tevli civînan bûm min soz da ku ez ê kar û xebata xwe li ser esasê ramanên Rêbertî bidim meşandin. Min Rêberê xwe li Lubnanê jî dît. Wê demê min Serokê xwe nas kir û min fêm kir çi ji jinê dixwaze. Îro bi saya Rêbertî em ji bin destan derketin. Îro bi keda Rêbertî û pakrewanan em gihiştin van rojên dîrokî. Loma divê em jî ji bo azadiya Rêberê xwe li berxwe bidin û her tim li 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê xwe xwedî derkevin."